Encûmena Wezîrên Iraqê mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî çavkaniyekê ji Encûmena Wezîrên Iraqê, Wezareta Petrolê ya Iraqê razî bûye ku li şûna 16 dolaran petrolê bide şîrketan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê îro (Sêşem, 16ê Îlona 2025ê) li gorî çavkaniyekê ji Encûmena Wezîrên Iraqê ragihand, “Civîna Encûmena Wezîrên Iraqê bi dawî bû û mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nîqaş kir.”

Wê çavkaniyê herwesa got, “Encûmena Wezîran pêşwaziya pêngava herî dawiyê ya Wezareta Petrolê ya Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê kir, ku ji bo pejirandinê pêşkêşî Komîteya Şêwirmendiyê ya Wezareta Petrolê hatiye kirin.”

Her wê çavkaniyê amaje jî da, “Wezareta Petrolê ya Iraqê razî bûye ku li şûna 16 dolaran petrolê bide şîrketên veberhênana petrolê.”

Ev jî di demekê de ye ku, pêştir şîrketên veberhênana petrolê ji Wezareta Petrolê ya Iraqê xwestibû ku bi lihevkirineke nivîskî garantiyê bidin şîrketan.

Herwesa biryar bû ku Encûmena Dewletê jî îro (Sêşem, 16ê Îlona 2025ê) şêwira xwe ya qanûnî li ser mijara dahatên negirêdayî petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî bide Encûmena Wezîrên Iraqê, lê civînan wan ji bo sibe (Çarşem, 17ê Îlona 2025ê) hat paşxistin.

 
Fly Erbil Advertisment