Al Partî: Bêyî çareserkirina rewşa Efrîn û Serê Kaniyê, diyaloga bi Şamê re kêm dimîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Al Partî) di tekez dike, her diyalogeke di navbera tevgera siyasî ya Kurd û hikûmeta Şamê de, heta ku çarenivîsa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî nekeve rojeva sereke, dê kêm û bêwate bimîne.
Al Partî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ev bajar ne tenê hatine dagirkirin, belkî rastî yek ji berfirehtirîn operasyonên guhertina demografîk û koçberkirina bi zorê di dîroka Sûriyeyê ya nûjen de hatine.
Herwiha bal kişand ser rewşa trajîk a xelkê herêmê û got: "Zarokên van herêman îro li kampên li herêmên Reqa, Hesekê û Qamişlo an jî li welatên cîran dijîn, di demekê de ku niştecihên Kurd ên resen hatine koçberkirin û li şûna wan niştecihên Ereb hatine anîn, û ax û nasname bûne rehîn di destê dagirkeriyê de."
Li gorî Al Partî, vegera Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bo xelkê wan ê resen, ne tenê mijareke erdnîgarî ye, lê belê "pirsgirêka maf, hebûn û nasnameyê" ye. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev veger, pîvana rastbûna her peymaneke siyasî ya pêşerojê ye û di heman demê de taqîkirineke cidî ye ji bo pabendbûna bi dirûşma 'Sûriyeyeke federal, piralî û demokratîk'."
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir, dibe hinek alî hewl bidin vî dosyayê bi hinceta "hevsengiyên herêmî" an "lihevkirinên navdewletî" bipaş bixin, lê ezmûnan selmandiye ku pirsgirêkên gelan bi paşguhxistinê çareser nabin û maf bi demê re winda nabin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Al Partî eşkere kir ku Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî "birîneke vekirî ne di laşê Kurd û Sûriyeyê de", lê tevî vê yekê jî, ev mijar heta niha rasterast ne li ser maseya danûstandinan e. Hat gotin ku diyaloga heyî ya di navbera hêzên siyasî yên Kurd û Şamê de zêdetir li ser mijarên destûrî û ewlehiyê yên herêmên Rêveberiya Xweser disekine, lê dosyeya herêmên dagirkirî girêdayî hevsengiyên herêmî û navdewletî hatiye hiştin.