Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, ku ji bo pêvajoya çareseriyê hatiye damezrandin, îro 18ê Îlonê dicive û dê guh bide nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ji Bakurê Kurdistanê. Ev civîn piştî rûniştinên girîng ên bi akademîsyen û pisporên navneteweyî re pêk tê.
Li gorî agahiyan, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê îro guh bide nêrîn û pêşniyarên nûnerên Federasyona Eşîran, Konfederasyona Cerdevanan (Gundparêzan), Komeleya Malbatên Leşkerên Kuştî û Federasyona Karsazên Bakurê Kurdistanê.
Ezmûnên Navneteweyî ji bo Çareseriyê
Komîsyonê duh Çarşemê (17.09.2025) jî civîna xwe ya dehemîn li dar xistibû û tê de guh dabû nêrînên gelek akademîsyen û pisporan. Di civînê de, nêzîkî deh pisporan ezmûnên çareseriyê yên ji herêmên bi nakok ên wekî Amerîkaya Latîn, Asya û Ewropayê pêşkêş kirin.
Bi taybetî, di beşa duyem a civînê de, komîsyonê guhdariya du balyozên berê yên Tirkiyeyê kir ku wek navbeynkar beşdarî pêvajoya bidawîkirina şerê 40 salî yê di navbera Misilmanên Moro û hikûmeta Fîlîpînê de bûbûn.