Wezîrê Derve yê Sûriyeyê serdana Washingtonê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî ji bo gotûbêjkirina dosyeya Îsraîlê û rakirina cezayên li ser Şamê, serdaneke dîrokî li Amerîkayê pêk tîne. Ev yekem serdana wezîrekî derve yê Sûriyeyê ye ji bo Washingtonê di nava zêdetirî 25 salan de.
Malpera Amerîkî "Axios" îro 18ê Îlonê ji zarê yasanas û berpirsên Amerîkî ragihand, Şeybanî dê li Kongreya Amerîkayê hevdîtinan pêk bîne da ku li ser "rakirina herdemî ya wan cezayên ku hêj li ser Sûriyeyê nehatine rakirin" gotûbêj bike.
Serdana herî dawî ya bi vî rengî di Berçileya 1999'an de bû, dema ku Wezîrê Derve yê wê demê Farûq Şera ji bo danûstandinên aştiyê yên bi Îsraîlê re serdana Koşka Sipî kiribû.
Senatorê Komarî yê ji Eyaleta Karolînaya Başûr Lindsey Graham ji Axios re got, ew pêşbînî dike roja Pêncşemê ligel Şeybanî û hejmarek endamên din ên Encûmena Pîran bicive da ku "rakirina herdemî ya yasaya cezayên 'Qeyser'" gotûbêj bikin.
Yasaya Qeyser, yasayeke Amerîkî ye ku di Hezîrana 2020'an de ketibû meriyetê û cezayên giran li ser rejîma Esed û her aliyekî ku pê re kar bike, bi taybetî di warên wekî enerjî, avahîsazî û darayî de, sepandibû.
Senator Graham herwiha got: "Ji bo piştgiriya vê pêngavê, divê Sûriye bi awayekî fermî tevlî Hevpeymaniya li dijî DAIŞ'ê bibe û gavên berbiçav ji bo rêkeftineke nû ya ewlehiyê bi Îsraîlê re biavêje."
Tê payîn ku Şeybanî roja Înê li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re bicive.
Ev serdan di demekê de pêk tê ku li gorî heman çavkaniyê, "pêşketineke berbiçav" di gotûbêjên di navbera Sûriye û Îsraîlê de yên derbarê rêkeftineke ewlehiyê de çêbûye. Axios herwiha da zanîn ku "Sûriyeyê bersiva xwe ji bo pêşniyara ewlehiyê ya ku Îsraîlê pêşkêş kiribû, radest kiriye."