Bo cara yekê du hunermendên Kurd tevlî Orkestraya Brûkselê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo cara yekê di dîroka huner û muzîka Kurdî de, du hunermendên Kurd bi navên Alan Arif û Şêrko Kanîwar tevlî Orkestraya Senfoniya Fîlarmonîkyê ya Brûkselê dibin.
Ev tevlîbûna dîrokî ji bo nasandin û belavkirina huner û çanda dewlemend a Kurdî li ser asta Ewropa û cîhanê gaveke girîng e.
Ew herdu hunermendên Kurd îro (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê) bi Orkestraya Brûkselê re prove kirin, wekî amadekarî ji bo konserta çaverêkirî ku biryar e li roja Şemiyê (20ê vê mehê), saet 8ê êvarê bi dema Ewropayê li Brûksela paytexta Belçîkayê bê lidarxistin.
Hunermend Alan Arif di vî warî de taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, "Armanca me ew e ku peyama huner û muzîka Kurdî bigihînin Ewropayîyan û cîhanê. Em Kurd xwedî huner, çand û muzîkeke dewlemend in.”
Ev daxuyanî girîngiya vê derfeta dîrokî ji bo nîşandana çavkaniyên çandî yên gelê Kurd tekez dike.