Ozçelîk di duyemîn salvegera PWKê de tekezî li ser mafên neteweyî û aştiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustefa Ozçelîk îro salvegera xwe ya duyemîn pîroz kir. Bi vê boneyê, Ozçelîk bang li statuya miletê Kurd, çareseriyeke aştiyane, yekîtiya neteweyî, fermîbûna zimanê Kurdî, azadkirina girtiyên siyasî û dawîkirina operasyonên leşkerî dike, herwiha bal dikişîne ser pêwîstiya muxatabiyeta Kurdî û rêzgirtina li mafên herêmî yên Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, bi beşdarîya rêvebir û endamên PWKyê îro19ê Îlona 2025an li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê bi civîneke çapemenîyê, 2 salîya PWKê pîroz kir û di derheqê ‘’pêvajoya heyî’’ de, bîr û rayên PWKyê bi gelê me re parve kir.

Daxuyaniya Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk:

PWK di 10ê Îlona 2023an de li Diyarbekirê, piştî kongreya yekîtiyê ya PAK (Partiya Azadîya Kurdistanê), TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) û kesayetiyên serbixwe, hate damezrandin. Her çend partiyeke du salî be jî, PWK xwe wek berdewamiya doza azadiya Kurdistanê ya nêzîkî 200 salî dibîne.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) û TDK-TEVGERê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) teva kesayetîyên serbixwe di 9-10ê îlona 2023an de li Diyarbekirê kongreya xwe ya yekîtîyê pêk anîn û di 10ê îlona 2023an de, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate damezrandin.

PWK partîyeke 2 salî ye. Lê belê, berdewamîya doza azadîya Kurdistanê ya nêzîkî 200 salîye ku tê meşandin.

PWK, partîyeke neteweyî, demokratîk, bêîtiatîya sivîl, eşkere û legal e. 

PWK, pirsa Kurdistanê weke pirsa mafê çarenivîsa miletê Kurd; pirsa li ser xaka xwe bi statuyeke milî, coğrafik, sîyasî xwe îdare kirinê dibîne.

PWK di xebatên xwe de zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) esas digre.

Diyardeyên li ber destan nîşan dide ku di armanca esasî ya vê  pêvajoya ku bi navê “Tirkîyeya Bêteror’’ tê pênasekirin, rêlibergirtina bidestxistina mafê statuyeke milî, coğrafik, sîyasî û mafên kollektîf yên miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.

PWK çekdanîna PKKyê di berjewendîya gelê me de dibîne; ev dikare rê li ber xebatên siyasî, demokratik û civakî yên sivîl xweş bike.Herweha dikare di raya giştî de,di êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê  rê li ber bahaneyên Dewleta Tirkîyeyê bigre. Divê Dewleta Tirkîyeyê jî dawî li hemû operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser hemû perçeyen Kurdistanê bîne.

Ji bo rêlibervekirina çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê û bicîhanîna aştîyeke rasteqîn, divê nasnameya miletê Kurd, perwerdeya bi zimanê kurdî bê qebûl kirin, li gel tirkî zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî; azadîya ramanî û xebata rêxistinî bê qebûl kirin û ev maf di Qanûna Bingehîn ya Dewleta Tirkîyeyê de û di hemû yasayên peywendîdar de bêne misoger kirin; divê hemû girtîyên sîyasî bêne azad kirin. 

Ji bo bicîhanîna aştîyeke rasteqîn û daxwazên acîl ên miletê Kurd, divê hemû alîyên sîyasî, demokratîk û sivîl ên miletê Kurd week “terefê kurdî” bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê. Heger mesele mafên neteweyî, demokratik yên miletê Kurd be, nabe ku qedera kurdan, li pişt derîyan, bi hevdîtinên ne şefaf, di nav sînorên hevdîtên Ocalan û Dewleta Tirkîyeyê de bê hefskirin.

PWK, destkeftîyên her perçeyekî Kurdistanê, wek destkeftîyên hemû kurdan, destkeftîyên miletê Kurd dibîne. Di vê rewşa taybetî, xesas û metirsîdar de, li hemberî siyaset û xefikên cihêreng yên dewletên dagirker, piştgîrî û alîkarîya tevgera neteweyî ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê weke erkekî neteweyî li ber derîyê kurdên perçeyên din ên Kurdistanê, metrepolê û dîasporayê ye. 

Divê Dewleta Tirkîyeyê rêzê li mafê statuyêke milî, cografîk, sîyasî ya gelê Rojavayê Kurdistanê û li serwerî û desthilatdarîya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bigre û li gorî wê tevbigere. 

Divê di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de, li ser esasê hevrêzîyê koordînasyoneke neteweyî û demokratîk bê ava kirin.

PWK, di peywendîyên navneteweyî û diasporayê de, bi hişmendîya ku ‘’em dijminên xwe kêm, dostên xwe zêde bikin’’ dixebite.

PWK, ji bo yekitîya sîyasî û rêxistinî, ji bo hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratik her dem amade ye. 

Em bangî hemû kadroyên wek PWKyê difikirin dikin ku piştgirîya PWKyê bikin. Werin em bi hevdû re vê xeta neteweyî, demokratîk, azadîxwaz û kurdistanî xurtir, geştir û berfirehtir bikin.

 
Fly Erbil Advertisment