Mesrûr Barzanî bo xwandekaran: Nehêlin tu kesek jîngehê pîs bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li dibistaneke bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê zengila sala nû ya xwandinê lêda, bi lêdana zengila sala nû ya xwandinê re jî tekez li ser girîngiya parastina jîngehê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) bi helkefta destpêkirina sala nû ya xwandinê 2025-2026ê serdana Dibistana Dimdimê ya Bingehîn li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê kir û zengila sala nû ya xwandinê lêda.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe de di polê ve ji xwandekaran re gotarek pêşkêş kir û tê de amaje da girîngiya parastina jîngehê. Mesrûr Barzanî got, "Min duhî li Dihokê behsa parastina jîngehê kir, îro jî min li vê derê behs kir. Parastina jîngehê tiştekî pir girîng e û divê em hemî pabendî wê bin."
Mesrûr Barzanî xwandekar teşwîq kirin ku paqijiyê biparêzin û rêyê li pîskirina jîngehê bigirin û got, "Ez hêvî dikim ku hûn êdî rêyê nedin ku tu kesek tiştan biavêje. Ez hêvîdar im ku xelkê me jî dê fêr bibe.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya gotinên xwe de dubare sala nû ya xwandinê li xwandekaran pîroz kir û ji wan re serkeftin xwest.