Ayşegul Dogan: Civak li benda gavên şênber e

Ayşegul Dogan
Ayşegul Dogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ragihand ku, hem siyaset hem jî civak li benda gavên şênber e. Herwesa got ku, divê banga Ocalan bi awayekî stratejîk bê nirxandin.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro (Çarşem, 24ê Îlona 2025ê) li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyek da û tê de ragihand, “Raya giştî geşedanên erênî nabîne lewma pirsên neyînî dike. Ji bo bêbaweriya heyî ji holê were rakirin, gel dixwaze gavên şênber bibîne. Hem siyaset hem jî civak li benda gavên şênber e.”

Ayşegul Dogan herwesa got, “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî stratejîk e.” Amaje jî da, “Ew pêvajo bi banga Ocalan a 27’ê Sibatê re derbasî qonaxeke pir cuda bû. Ne bangekî taktîkî ye. Divê bi giştî bê nirxandin. Ji mafê hêviyê heta hatina wî ya Encûmenê, gelek tiştên hînbûnên heyî hildiweşandin hatin kirin. Ev gelek biqîmet bûn.” 

Berdevka DEM Partiyê tekez jî kir, “Em careke din bang dikin ku komîsyon li Ocalan guhdarî bike. Divê komîsyon li nerîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike. Ev yek neçariyek e. Ocalan aktorek e û divê teqez lê bê guhdarîkirin.”

Berdevka navbirî bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê ya têkildarî “Mafê Hêviyê” ji bo Abdullah Ocalan û got ku, ew mijar bandorê li jiyana 4 hezar û 350 girtiyan dike. Ayşegul Doganê tekez jî kir ku, divê biryara DMME’yê tavilê bê bicîhanîn.”

 
Fly Erbil Advertisment