Erdogan û Şera tekezî li ser cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê ya bi HSDê re dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera, li New Yorkê di çarçoveya 80emîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de civiyan û tekezî li ser cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Şamê de kirin.
Di hevdîtinê de, ku tê de behsa têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê û pirsên herêmî hat kirin, Erdogan ji Şera re ragihand, ew hêvîdar e di zûtirîn dem de hemû dorpêçên li ser Sûriyeyê werin rakirin. Herwiha got ku nêrîna wan li hemberî hemû destpêşxeriyên li Sûriyeyê yên li ser bingeha yekparçeyiya ax û serweriya wî welatî erênî ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê tekez kir, divê HSD pabendî Peymana 10ê Adarê bibe û da zanîn ku Tirkiye rewşê dişopîne û dê piştevaniya xwe ji bo Sûriyeyê zêdetir bike.
Peymana 10ê Adarê çi ye?
Peymana 10ê Adarê di 10ê Adara 2025an de di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de hate îmzekirin. Li gorî peymanê, divê heta dawiya îsal hêzên HSDê bibin beşek ji saziya berevaniyê ya dewleta Sûriyeyê.
Xalên sereke yên peymanê ev in:
1- Mafên Wekhev: Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûnertî û beşdariya di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, bêyî cudahiya olî û neteweyî.
2- Mafên Kurdan: Civaka Kurd wek civakeke resen a Sûriyeyê tê nasîn û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.
3- Agirbest: Li seranserî herêmên Sûriyeyê agirbesteke giştî tê ragihandin.
4- Yekxistina Saziyan: Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê, di nav de deriyên sînorî, firokexane û zeviyên petrol û gazê, tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê dibin.
5- Vegera Koçberan: Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo warên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewletê ve.
6- Piştgiriya ji bo Dewletê: Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.
7- Redkirina Parçebûnê: Redkirina bangên parçebûnê, gotarên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de.
8- Komîteyên Cîbicîkirinê: Komîteyên hevbeş ji bo cîbicîkirina peymanê kar dikin û divê karê xwe heta dawiya salê biqedînin.