Brîtanya: Peymana hinardekirina petrolê dê bo hemî Iraqiyan berfirehiyê zêdetir bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Brîtanyayê li Bexdayê û Konsulxaneya Brîtanyayê li Hewlêrê pêşwazîya lihevkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Tirkiye-Iraqê dikin.

Balyozxaneya Brîtanyayê li Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê îro (În, 26ê Îlona 2025ê) bi hevparî beyannameyek ji bo lihevkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê weşand û tê de got, “Em pêşwaziya lihevkirina dîrokî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ji bo hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Tirkiye-Iraqê dikin.”

Balyozxaneya Brîtanyayê li Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê herwesa got, "Ev lihevkirin ji bo xurtkirina veberhênanê pêngaveke baş e û dê ji bo hemî xelkê Iraqê bibe sedema zêdetir berfirehiyê."

Herdu aliyên navbirî amaje jî da, "Em bizavên Bexda û Hewlêrê bilind dinirxînin, ku bi rêya diyalogê gihîştin vê lihevkirinê.”

Wezareta Petrolê ya Iraqê duhî (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) di ragehandinekê de amaje da, “Me bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê re li ser dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê li hev kir.”

Wezareta navbirî mekanîzma hinardekirina petrolê ron kir û got ku, hemî petrola Herêma Kurdistanê radestî şîrketa SOMOyê tê kirin, ew şîrket jî dê bi rêya bendera Ceyhanê hinarde bike sûkên cîhanê, ji bilî petrola mayî ku Herêma Kurdistanê dê li navxwe bi bi kar bîne.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve di ragihandinekê de eşkere kir ku, wan bi Wezareta Petrolê ya Federal û şîrketên petrolê re li ser hinardekirina petrolê li hev kiriye.

Wezareta navbirî amaje jî da ku, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di 48 saetên bê tê destpêkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her duhî li ser lihevkirina petrolê ragihand, “Ev peyman destkeftiya westiyan û bizavên zêde yên tîm û şandên hemî aliyan bûye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa destxweşî li her kesî û bi taybetî jî xelkê xweragir ê Kurdistanê kir û got, “Di vê roja dîrokî de, bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê astengiyeke mezin ji pêşiya dabînkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hat rakirin.”

 

 

Fly Erbil Advertisment