Mesrûr Barzanî: Hewlêr Paytexta Pêkvejiyanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Îlonê  di Konferansa Akademîk a Salvegera "Nîqiyeyê" de gotarek pêşkêş kir û tekezî li ser çanda pêkvejiyana aştiyane li Kurdistanê kir. Herwiha mizgîniya ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê da û ji bo rola wê di serxistina proseyê de bi taybetî spasiya Amerîkayê kir.

Di destpêka gotara xwe de, Serokwezîr Barzanî bi xêrhatina hemû mêvanên payebilind ên ayînî û akademîk kir û got: "Ez bi xêrhatineke germ li we hemûyan dikim û spasiya amadebûna we dikim ku li Hewlêrê, paytexta pêkvejiyanê, paytexta Herêma Kurdistanê, em hemû li vir bi hev re kom bûne."

"Kurdistan nîştimanê me hemûyan e"

Serokwezîr Barzanî tekezî li ser çanda pêkvejiyanê kir û got: "Ez dikarim bi şanazî bibêjim ku pêkvejiyana aştiyane yek ji taybetmendî û sîmayên geş ên civaka Kurdistanê ye." Herwiha destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina vê çandê û parastina azadiya ayînî berdewam e.

Derbarê piştgiriya ji bo pêkhateyan de, Serokwezîr got: "Em di çarçoveya parastina rengîniya ayînî û çandî de, berdewam in li ser piştgirîkirin û parastina zimanê Suryanî, zimanê Kildanî, Aşûrî û Aramî; ew zimanê ku Hz. Îsayê Mesîh (Silavên Xwedê lê bin) pê diaxivî." 

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi hebûna 50 dibistanên taybet bi zimanê Suryanî kir û got: "Niha bi hezaran xwendekar li wan dibistanan zimanê kevin û dêrîn dixwînin.

Da zanîn jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, her wekî ku girîngiyê dide mizgeft, perestgeh û cihên pîroz ên hemû ayînan, alîkarî û piştgiriya dêran jî dike û bi kêfxweşî li vir radigihînin ku di demeke nêzîk de dê çar dêrên nû li Hewlêr û Duhokê bên vekirin.

Mizgîniya Hinardekirina Petrolê 

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîr Barzanî mizgîniyeke girîng ragihand û got: "Piştî rawestandineke du-sê salan, îro careke din petrola Herêma Kurdistanê ji bo bazara cîhanî hat hinardekirin. Ev rêkeftina li gel hikûmeta federal destkefteke mezin e ji bo hemû gelê Iraqê, bi taybetî ji bo xelkê Herêma Kurdistanê."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo rola wan a di vê proseyê de spasiya hemû aliyan kir û bi awayekî taybet bal kişand ser rola Amerîkayê: "Ez dixwazim li vir bi taybetî amaje bi rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bikim, çi li Waşîngtonê, çi balyozê wan li Bexdayê yan jî konsulê wan li vir li Hewlêrê, ku bi rastî piştgirên mezin bûn ji bo serxistina vê proseyê."

Di dawiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî kir ku ev rêkeftin bibe sedema pêşxistina binesaziya aborî û di xizmeta hemû welatiyan de be û tekez kir: "Herêma Kurdistanê dê wek herdem navendeke geş a pêkvejiyana aştiyane, azadiya ayînî, hevdû-qebûlkirin, biratî û lihevkirinê be."

 
Fly Erbil Advertisment