Bakirhan: Ji bo aştiyê divê meclis gavan bavêje û şertên Ocalan werin başkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand, êdî divê pêvajo ji gotûbêjan derbasî gavên pratîkî bibe û di serî de Parlamento "yasayên aştiyê" derxîne û şertên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan werin başkirin.

Bakirhan îro 28ê Îlonê di civîna bi navê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de ku ji aliyê Baroya Diyarbekirê ve hatibû organîzekirin de axivî û got, ev salek e hema hema pevçûn çênabin û ev yek "pir biqîmet e", lê destnîşan kir ku dikaribû gavên wêrektir bihatana avêtin. 

Herwiha got: "Rûpelekî nû êdî mecbûriyet e." Û daxwaz kir ku divê Parlamento demildest yasayên wekî Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK), Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK), û yasayên ji bo xurtkirina rêveberiyên herêmî bigire rojeva xwe û biguherîne. Li gor Bakirhan, ev gav ji bo "entegrasyona demokratîk" û pêkvejiyanê pêwîst in û çareserî di "hiqûqeke ku Kurdan nas dike" de ye.

Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û got: "Aktorê herî girîng ê vê pêvajoyê li Îmraliyê ye. Hewldanên birêz Ocalan ên ji bo aştiyê pir biqîmet in. Divê şertên wî yên azad bên avakirin da ku ew bikaribe ji bo çareseriyê helwesteke berfirehtir nîşan bide." 

Bakirhan herwiha amaje bi gotinên Serokê MHPê Devlet Bahçelî kir û got: "Ji bo Ocalan 'mafê hêviyê' ku birêz Bahçelî behs dikir, divê gavên pêwîst werin avêtin."

Bakirhan tekezî li ser wê jî kir, "Aştî bêyî demokrasî û demokrasî bêyî aştiyeke mayînde nabe,". Herwiha got: "Di 27'ê Sibatê de tren bi rê ket. Bawer bikin ev tren dikare ji 86 milyon kesan re komara demokratîk bîne. Ji ber vê divê em mil bidin milên hev."

 
 
Fly Erbil Advertisment