Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro li Pîrmamê bi serokatiya Serok Barzanî dicive û danûstandinan li ser hin mijarên girîng dike.

Biryar e ku Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Duşem, 29ê Îlona 2025an) bi serokatiya Serok Barzanî bicive.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Mekteba Siaysî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê îro li Pîrmamê bi serokatiya Serok Barzanî bicive.

Her li gorî zanyarên Kurdistan24ê, rewşa siyasî ya Iraq, Herêma Kurdistanê û deverê, pirsa hilbijartinên bên ên Encûmena Nûnerên Iraqê û danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dê di vê civînê de bên nîqaşkirin.

Her li gorî zanyarên Kurdistan24ê, di vê civînê de dê pêngavên dawiyê yên avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên nîqaşkirin û tê payîn ku, biryara dawiyê li ser encamên danûstandinên di navbera şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de bê dayîn. Piştî vê civînê jî, avêtina pêngavên qanûnî û siyasî ji bo civîna Perlemantoyê û avakirina hikûmetê dê bê destpêkirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment