Li Şino çinîna sêvan dest pê kir: Berhem kêm e û cotkar ne razî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, ku wek navenda hilberîna sêvan tê naskirin, demsala çinîna sêvan dest pê kir. Lê belê îsal berhem li gorî sala borî ji sedî 25 kêm bûye, ev yek jî cotkar û baxevanan ji ber zêdebûna lêçûnên berhemanînê û nebûna derfetên hinardekirinê nîgeran dike.
Li gorî amarên fermî, li Şino nêzîkî 14 hezar hektar baxçeyên fêkiyan hene ku zêdetirî 8 hezar hektar jê baxçeyên sêvan in. Tê pêşbînîkirin ku îsal 125 hezar ton sêv were berhevkirin, ku ev hejmar li gorî sala borî kêmbûneke berbiçav nîşan dide.
Cotkarên herêmê didin zanîn ku ji ber kêmbûna berhemê, bihabûna karkeran û lêçûnên veguhastinê, ew rastî zehmetiyan tên. Zahir Qadirzade, yek ji cotkarên deverê, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin nebûna deriyên sînorî yên ji bo hinardekirina berhemên wan e, ku ev yek dibe sedema ziyaneke mezin a aborî.
Kêmbûna berhemê bandoreke neyînî li ser karkerên demsalî jî kiriye. Serdar Mihemedî, ku wek karker di baxçeyan de dixebite, got: "Salên borî me 30 heta 40 rojan kar dikir, lê îsal ji ber kêmbûna sêvan, dibe ku karê me tenê 15-20 rojan bidome."
Proseya çinîn û pakkirina sêvan bi baldarî tê kirin, ji ber ku piraniya berhemê ji bo 41 sarxaneyên bajêr tê şandin, da ku di demsalên zivistan û biharê de li bazarên Rojhilatê Kurdistanê û parêzgehên din ên Îranê were firotin. Lê belê bi kêmbûna berhemê re, tê payîn ku îsal ji şiyana 150 hezar tonî ya sarxaneyan, tenê nêzîkî 100 hezar ton were dagirtin.