Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Pêşmergeyê dêrîn Xalid Şilî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya fermandar û Pêşmergeyê dêrîn Xalid Şilî, peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand ku ew "kesayetiyekî qedirgiran û welatparêzê devera Behdînan û Kurdistanê bû."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 30î Îlonê di peyama xwe de got: "Bi xem û kovaneke mezin, me nûçeya koça dawî ya fermandar, Pêşmerge û têkoşerê naskirî yê herdu Şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Madalyaya Barzaniyê Nemir, Xalid Şilî bihîst."
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku Xwedêjêrazî, "pêşmergeyekî qehreman û kesayetiyekî qedirgiran û welatparêzê devera Behdînan û Kurdistanê bû."
Di dawiya peyama xwe de, Mesrûr Barzanî got: "Sersaxiyên xwe arasteyî malbata Xwedêjêrazî û xelkê devera Behdînanê û Kurdistanê bi giştî dikim. Ji Xwedayê Mezin hêvîdar im ku ruhê wî bi bihuştê şad bike û sebir û hedanê bide me hemûyan, malbat û hevalên wî."