Yekîtiya Xwendekaran dosyaya zimanê Kurdî pêşkêşî Şamê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanî – Rojava (YXCDK-R), li Şamê rewşa xwendekarên Kurd bi Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilind ê Sûriyê Ebdulhemîd Ubeyd Xalid re gotûbêj kir û daxwaza tevlîkirina zimanê Kurdî di zanîngehan de kir.

Şandeke Şaxa Şamê ya YXCDK-R, duh 29ê Îlonê serdana Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilind ê Sûriyê ji bo Karûbarên Xwendekaran, Dr. Ebdulhemîd Obêd El-Xalid kir û çend mijarên girîng ên têkildarî xwendekarên Kurd gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Yekîtiyê, Dr. El-Xalid bi germî pêşwazî li şanda Yekîtiyê kir û pesnê rola girîng a ku Yekîtî di piştgiriya xwendekaran û parastina mafên wan de dilîze da, nemaze di bin şert û mercên awarte yên ku hin herêmên Sûriyê tê de derbas dibin.

Di hevdîtinê de, çend mijarên serekî hatin nîqaşkirin, ku ev bûn:

- Zanîngeha Firatê: Pirsgirêkên li Zanîngeha Firatê - Şaxa Hesekê û rêyên parastina xwendekaran û misogerkirina berdewamiya pêvajoya perwerdehiyê.

- Derçûyên Herêma Kurdistanê: Rewşa xwendekarên ku ji zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê derçûne û pêwîstiya dîtina çareseriyên dadwerane ku mafên wan ên akademîk û pîşeyî biparêzin.

- Zimanê Kurdî: Girîngiya tevlîkirina ziman û wêjeya Kurdî di bernameyên Fakulteya Wêje û Zanistên Mirovî de, weke pêkhateyeke resen a nasnameya çandî ya Sûriyeyê.

Di dawiya hevdîtinê de, şanda Yekîtiyê mertalekî rûmetê pêşkêşî Dr. Ebdulhemîd Obêd El-Xalid kir, weke nîşana rêzgirtinê ji bo hewldanên wî yên berbiçav û di xizmeta xwendekaran de, herwiha ji bo piştgiriya wî ya berdewam ji bo destpêşxeriyên perwerde û pêşketinê li Sûriyeyê.

 
 
Fly Erbil Advertisment