Li Kurdistanê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê: 50 dibistanên Suryanî hene

Hewlêr (K24) – Li Herêma Kurdistanê bi piştgiriya tam a hikûmetê, 50 dibistanên Suryanî hene ku perwerdeyê bi zimanê dayikê yê Suryaniyan pêşkêş dikin. Ev pêngav weke mînakeke serkeftî ya parastina mafên pêkhateyan li Iraq û herêmê tê dîtin.
Ev dibistan, ku çar ji wan li parêzgeha Hewlêrê ne, ji qonaxa bingehîn heta amadeyî perwerdeyê didin. Xwendekarên van dibistanan kêfxweşiya xwe bi xwendina bi zimanê xwe tînin ziman û tekez dikin ku ev yek bandoreke erênî li ser têgihîştin û fêrbûna wan dike.
Xwendekar Oriyana Ronî dibêje: "Zimanê Suryanî, zimanê me yê dayikê ye û ji bo me xweştir e. Mamostayên me jî gelek baş in û dersan fêrî me dikin."
Herwiha xwendekara pola nehem Şirpîl Şîmûl jî vê yekê piştrast dike û dibêje: "Ev zimanê dayika min e. Dema ez bi Suryanî dixwînim, ez pir baştir têdigihim û fêr dibim."
Rêveberê Perwerdeya Derdora Hewlêrê Fehmî Silêwa tekezî li ser piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û radigihîne ku di warê peydakirina pirtûk, avahî û mamostayan de ti kêmasî nîne û girîngiyeke taybet bi vî sektorî tê dan.
Di van dibistanan de, ligel zimanê Suryanî, dersên zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî jî tên dayîn. Ji ber têkiliyên civakî yên xurt, hejmarek xwendekarên Kurd jî di van dibistanan de dixwînin.
Ji aliyê yasayî ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kabîneya xwe ya yekem ve piştgirî daye pêkhateyan. Perlemantoya Kurdistanê jî di sala 1993an de bi yasayekê mafê xwendina bi zimanê dayikê ji bo hemû pêkhateyan misoger kiriye.