Komîsyona Hilbijartinan dema destpêkirina bangeşeyê diyar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê lîsteya dawî ya kandîdên ji bo hilbijartina perlemanê pesend kir û roja destpêkirina bangeşeya hilbijartinê jî ragihand.
Berdevka Komîsyonê Cumane Xelayî îro 1ê Cotmehê ji malpera K24ê re ragihand, Encûmena Komîsyonê lîsteya dawî ya navên kandîdên ji bo hilbijartina bê ya Perlemantoya Iraqê pesend kiriye. Li gorî amara dawî, 7,768 kes weke kandîd hatine pesendkirin, ku ji wan 5,520 mêr û 2,248 jî jin in.
Xelayî herwiha eşkere kir, Encûmena Komîsyonê roja Înê, 3ê Cotmeha 2025an, weke dema destpêkirina bangeşeya hilbijartinê ji bo xula şeşemîn a Perlemantoya Iraqê diyar kiriye. Derbarê dema bidawîbûna bangeşeyê de jî, Xelay got: "Heta niha ew dem ji aliyê Encûmena Komîsyonê ve nehatiye diyarkirin."
Ev pêngav di demekê de tê ku di du rojên borî de, Encûmena Komîsyonê bi çar biryarên cuda, 25 kandîd ji pêşbirka hilbijartinê dûr xistibûn û biryara vegerandina kandîdekî jî dabû. Dûrxistina wan kandîdan, li ser bingeha benda pêncem ji madeya heftem a yasaya hilbijartinê bûye, ku taybet e bi kesên ku paşxaneya wan a endamtiya Partiya Beisê heye.
Bi giştî, zêdetirî 8 hezar kesan xwe ji bo hilbijartinê tomar kiribûn û nêzîkî 790 ji wan ji ber sedemên cuda weke paşxaneya tawanan, endamtiya Beisê yan jî pirsgirêkên di bawernameyan de hatin dûrxistin.
Biryar e hilbijartinên giştî yên Perlemana Iraqê di 11ê Mijdara 2025an de bên lidarxistin.