Li Diyarbekirê helwesta nijadperestan hat şermezarkirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji ber ku di dibistaneke taybet de, gotinên nijadperest bi zarokekê dan gotin û ji ber ku li ser zimanê kurdî Amedspor hat sizadan, saziyên sivîl bertek nîşan dan û hat amajekirin ku ev helwesta nijadperest zirarê dide pêvajoya çareseriyê jî û hat xwestin ku sizayê Amedsporê were betalkirin.

Li Diyarbekirê mamosteyekî di dibistanek taybet de çalakiyek bi navê  cejna zimanê tirkî  li dar xist û di çalakiyê de ew mamoste bi zarokekî dide gotin ku divê êdî li her deverê herkes bi zimanê tirkî biaxive û piştî ku ev dîmen belav bun raya giştî bertekek tund û berfireh nîşan da ku wê dibistanê jî ew mamoste ji kar avêt û dibistanê amaje kir ew bi van dîmenan xemgîn bune û bêyî rêveberiya dibistanê ew kar hatiye kirin. Baroya Diyarbekirê jî derbarê buyerê de amaje kir ku malbatên zarokan bi wan dîmenan gelek êşiyane û bi dîmenên wisa zirar digihîje pevajoya çareseriyê ku di demeke ku çareserîya pirsa kurd tê axaftin de dîmen û gotinên wisa nayên qebulkirin.

Endamê Komîsyona Ziman a Baroya Diyarbekirê Muslum Dalar ji K24ê re got: “Tiştê ku em pê ecêpmayî man ciheke wek Amedê di dilê Kurdistanê de bûyerek wisa rû dide û zarok jî bêyî agahiya malbatên wan tên bikaranîn. Di pêvajoya ku niha dimeşe de ku mafên perwerdehiya zimanê zikmakî rojevê de ye divê dibistanên taybet jî haydar bin û bi berpirsiyarî tevbigerin.”

Li Diyarbekirê di nava hefteyekê de piştî bûyera di dibistana taybet de rû dayî, li Amedsporê jî ji ber ku zimanê kurdî bi kar aniye 110 hezar lîre sizayê pere hat birrîn. Li ser vê yekê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Diyarbekir li Qada Şêx Seîd sizadana Amedsporê şermezar kir .

Rêveberê Amedsporê Cemal Dogrul got: “Zimanê me rûmeta me ye, ew çi jî bikin em dest jê bernadin, federasyonê pêşî ziman pesend kir lê paşê bi fişara aliyên nijadperest siza li Amedsporê birrî. Ez hêvî dikim paşve gav bavêjin eger ew biryarê betal nekin em jî ji ya xwe nayên xwar û wê çi bibe nizanim.”

Li aliyekê zarok wek amûrê nijadperestiyê hatin bikaranîn, li aliyekê jî ji ber zimanê kurdî siza li Amedsporê hat birrîn ku saziyên sivîl ên Diyarbekir bang li rayedaran dikin ku gav bavêjin.

 
Fly Erbil Advertisment