Li ser sînorê Sûriye-Libnanê teqîn çêbû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Cûsiyê ya li ser sînorê di navbera Sûriye û Libnanê de, îro 1ê Cotmehê teqîneke bihêz çêbû. Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama bûyerê de leşkerekî artêşa Sûriyeyê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî û medyaya Libnanê hatine wergirtin, bûyer li nêzîkî deriyê sînorî yê Cûsiyê, li aliyê Sûriyeyê yê sînor, qewimiye.

Hate ragihandin, sedema teqînê, mûşekeke ku ji bermahiyên şer bû û berê neteqiyabû, hatiye diyarkirin.

Çavkaniyan herwiha piştrast kirin ku di encama teqîna wê mûşekê de leşkerekî Sûriyeyê hatiye kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment