Li Şamê avahiyeke Wezareta Navxwe hilweşiya
Şam (K24) – Li taxa Mercê ya li navenda paytexta Sûriyeyê, Şamê, beşek ji avahiyeke dîrokî ku wek "Seraya" tê naskirin û ser bi Wezareta Navxweyî ve ye, hilweşiya. Rûdan di dema ku karkeran karê nûvekirinê di avahiyê de dikir, pêk hat û bû sedema birîndarbûn û asêmayîna hejmarek karkeran.
Li gorî agahiyan, avahiya ku ji berî zêdetirî 100 salan hatiye çêkirin û xwedî nirxekî dîrokî ye, di dema nûvekirinê de sê qatên beşekî wê bi temamî hilweşiyane. Di cih de tîmên berevaniya şaristanî, ambulansên Heyva Sor a Sûriyeyê û hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê û dest bi operasyona rizgarkirinê kirin.
Welatiyê bi navê Udey Qedûre, ku di dema rûdanê de li nêzîkî cihê bûyerê bû, ji K24 re got: "Em li derve kar dikirin, me ji nişkê ve dît ku toz û duman bilind bû. Em bazdan ber bi avahiyê ve û me dît ku hilweşiyaye. Bi hevkariya hevalên xwe me karî çend karkeran ji bin kavilan rizgar bikin. Nêzîkî 10 kes li hundir kar dikirin."
Herwiha karkerekî din ê bi navê Ehmed Qedûre jî da zanîn, wan karîbûne şeş karkeran rizgar bikin, lê çar kesên din di bin kavilan de asê mane û karê rizgarkirina wan berdewam e. Wî da zanîn ku birînên kesên hatine derxistin piranî sivik in.
Piştî rûdanê, berpirsên Wezareta Navxweyî û Parêzgariya Şamê serdana cihê bûyerê kirin. Berdevkê Wezareta Navxweyî ragihand, hikûmet dê hemû karker û malbatên ku zirar dîtine qerebû bike û ji bo ku ev bûyer nebe karesateke mezintir, dê hemû tedbîran bigirin.
Ji bo hêsankirina karê tîmên rizgarkirinê û ambulansan, rêyên sereke yên derdora taxa Mercê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.