Du ciwanên Kurd bi piştgiriya 'Kurdistan Foundation' beşdarî Debata Qeterê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşbirka "Debata Vekirî ya Qeterê (Qatar Open BP)", ku dê di rojên 3 û 4ê Cotmeha 2025an de li Dohayê were lidarxistin, îsal ji bo cara yekem mêhvandariya du keçên ciwan ên Kurd dike.
Azya Xalid Hesen (16 salî) û Yara Hêriş Seîd (17 salî) dê bi piştgirî û sponseriya "Kurdistan Foundation" di pêşbirkê de nûnertiya Kurdistanê bikin.
Armanca sereke ya vê pêşbirka navneteweyî, ku yek ji bernameyên girîng ên "Saziya Qeterê ji bo Perwerde, Zanist û Pêşxistina Civakê" ye, bihêzkirina nifşê nû bi şarezayî û ramana rexneyî ye.
Ev pêngava "Kurdistan Foundation" wek gaveke mezin di nûnertiya jêhatîbûna ciwanên Kurd di qada navneteweyî de tê dîtin. Beşdariya van her du keçên Kurd, tekezî li ser erkekî bingehîn ê "Kurdistan Foundation" dike ku ew jî bihêzkirina nifşê nû û xurtkirina pêwendiyan bi saziyên navneteweyî yên wekî "Saziya Qeterê" re ye.
"Kurdistan Foundation", ku wek toreke rêxistinî ya sivîl (NGO) û ne-qezencxwaz tê naskirin, armanc dike ku civakê li ser bingeha nirxên bilind û modern baştir bike. Sazî ji bo bihêzkirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê li ser hîmên niştimanperwerî, avakirin û pêşketinê kar dike.