Amedsporê dawî li karê rahênerê xwe anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Mehmet Altiparmak ku rahêneriya Amedsporê dikir dest ji kar berda, li gorî daxuyaniya Amedsporê rêveberiya Amedsporê  Mehmet Altiparmak û Amedsporê li hev kirine ku dawî li karê Mehmet Altiparmak were anîn.

Piştî ku Amedspor bi 3-0 li hember Wansporê têk çû, derbarê rahênerê Amedsporê Mehmet Altiparmak de gelek nîqaş hatin kirin û sizayê têkçûnê li Mehmet Altiparmak hat birrîn.

 Hat zanîn ku rêveberiya Amedsporê bi Mehmet Altiparmak re civînek pêk aniye û herdu aliyan jî li hev kirine ku êdî bi hev re nemeşin.

 Bi vê yekê jî rahêneriya Mehmet Altiparmakê ku 18ê Hezîranê dest bi raheneriya Amedsporê kiribû bidawî bû.

 Amedsporê da zanîn ku bo rahênerek nû lêgerîn berdewam in û di demeke nêz de dê rahênerê nû yê Amedsporê were peydakirin û ji raya giştî re jî were parvekirin.

 
Fly Erbil Advertisment