Urmiye: Ji ber kêmaviyê berhema çewenderê 300 hezar ton kêm bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, cotkaran îsal mehek berî dema asayî dest bi çinîna çewenderê şekir kirin. Sedema vê yekê, bihar û havîna bêbaran, kêmavî û daketina asta ava bendavan e, ku bûye eger heke çewender zû neyên rakirin, ziyaneke mezin bigihîje berhemê.
Îsal li parêzgeha Urmiyê nêzîkî sî hezar hektar erd ji bo çandina çewenderê hatibû terxankirin û tê pêşbînîkirin ku berhema giştî bigihîje milyonek û 800 hezar ton. Ev rêje, li gorî sala borî 300 hezar ton kêmtir e. Li gel vê rewşa neyînî ya keşûhewayê, fabrîkeyên şekir ên parêzgehê jî ku berhemê ji cotkaran dikirin, heqdestê wan bi temamî nadin.
Cotkarê bi navê Qadir Sultanî ji K24ê re axivî û got: "Hişkesalî û kêmaviyê berhema çewenderê ya îsal kêm kiriye, wisa ku ti sûdek nagihîje me û heta heqê karkeran jî dernaxe."
Li parêzgeha Urmiyê şeş fabrîkeyên mezin ên hilberîna şekir hene ku rojane 21 hezar ton çewender ji cotkaran dikirin.
Cotkarekî din, Mistefa Sultanî, dibêje: "Li gel kêmbûna berhem, hişkesalî û zehmetiyên me yên zêde, fabrîkeyên şekir ên parêzgeha Urmiyê di dema wergirtina berheman de, serederiyeke xirab bi me re dikin û heqê me bi temamî nadin."
Sabir Ehmedî, ku ev çend sal in amûrek ji bo rakirina çewenderê çêkiriye û di vê demsalê de alîkariya cotkaran dike, rewşê wiha tîne ziman: "Rewş gihîştiye astekê ku dilê min bi cotkaran dişewite."
Parêzgeha Urmiyê, %35ê ji te tevahiya çewenderê şekir ê Îranê berhema tîne. Ji ber ku çandina çewenderê pêwîstiya wê bi aveke zêde heye, beşeke mezin ji ava parêzgehê ji bo vê berhemê tê xerckirin. Ev yek wekî yek ji sedemên serekî yên ziwabûna Gola Urmiyê tê dîtin. Tê gotin ku heger çareseriyek bilez ji vê rewşê re neyê dîtin, di nav çend salên pêş de dê tevahiya wan zeviyan ji bo çandiniyê bêkêr bimînin.