Bangeşeya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê hat destpêkirina

Navenda Nûçeyan (K24) - Bangeşeya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê îro saet 12ê şevê bi awayekî fermî hat destpêkirin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hişyarî da namzed û partiyên siyasî ku, di çarçoveya rênimayan de Bangeşeyê bikin û xwe ji çêkirina gêleşokê û bêzarkirina welatiyan dûr bikin.
Bangeşeya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê îro (În, 3ê Cotmeha 2025ê) bi awayekî fermî hat destpêkirin. Partiyên siyasî û namzed dikarin bi eşkereyî di çarçoveya rênimayên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de li tevaya bajar, bajark û deverên Iraq û Herêma Kurdistanê Bangeşeyê ji bo lîste û hejmarên xwe bikin.
Li hemî Iraqê tevî Herêma Kurdistanê jî, 21 milyon û 404 hezar û 291 welatiyan mafê dengdanê heye, ku 20 milyon û 63 hezar û 773 kes dê tevlî hilbijartinên giştî bibin û 1 milyon û 313 hezar û 980 welatî jî dê tevlî hilbijartinên taybetî bibin.
38 partiyên siyasî, 31 hevpeymanî û 75 lîstên kitekesî tevlî van hilbijartinan dibin, 7 hezar û 768 kes jî ji her du zayendan, 5 hezar û 520 mêr û 2 hezar û 248 jin jî dibin namzed.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay pêr (1ê Cotmeha 2025ê) ji malpera K24ê re ragihand, “Encûmena Komîsyaran lîsta xwe ya dawiyê ya navên namzedan ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê pejirand.”
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê herwesa got ku, Bangeşeya hilbijartinan dê li roja Înê (3ê Cotmeha 2025ê) saet 12ê şevê bê destpêkirin û dê li sibeha roja 8ê Mijdara 2025ê bidawî bibe.
Biryar e ku hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê li roja 11.11.2025ê bên kirin.