Cotkarên Serdeştê di warê bazarkirina berhemên xwe de bi rastî pirsgirêkan tên

Navenda Nûçeyan (K24) – Tiriyê Reş ê Serdeştê ku wekî yek ji baştirîn û bi tamtirîn corên tirî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê nasîn, îsal jî ji bo cotkarên herêmê li şûna qezencê, bûye çavkaniya zirar û zehmetiyê. Tevî ku bajarê Serdeştê bi berhemên xwe yên dewlemend ên wekî hinar, hêjîr û bi taybetî Tiriyê Reş navdar e, nebûna binesaziyeke rêkûpêk a bazarê, xwediyên rezan dixe rewşeke dijwar.
Cotkarên Serdeştê gilî û gazincan ji wê yekê dikin ku ji ber nebûna elweyekê (sûkeke navendî ya meyweyan) û sardxaneyan, nikarin berhemên xwe biparêzin û bi bihayekî baş bifiroşin. Ew neçar dimînin ku di nava rezên xwe de, tiriyê xwe bi bihayekî gelekî erzan bifiroşin delalan (navbeynkaran) û bi vî awayî keda wan a salekê ji dest diçe.
Firoşkar Îdrîs Qadiriyan rewşê wiha tîne ziman: "Xelkê vî bajarî nikare tiştekî bike, ji ber ku firoşkar (delal) tê û bi bihayekî erzan ji wan distîne û dibe bajarên din û bi xwe qezencê jê dike. Loma cotkar bi rastî di tengasiyê de ne. Eger li Serdeştê cihek wekî bazara elweyê hebûya, xelk dê li wir kom bibûya û firoşkar dê jê bikiriya, dê ji vê rewşê baştir bûya."
Xwediyê rez Hawdî Hemzeyî ku ew neçar e berhemê xwe bi nîv-biha bifiroşe dibêje: "Li vir ne sardxaneyek heye ku em tiriyê xwe tê de deynin. Dema em berhemê didin bazarê jî, delal ji vê derfetê sûdê werdigirin û bihayê heta nîvî û zêdetir jî dadixînin." Hemzeyî herwiha destnîşan kir ku ti saziyek piştevaniya wan nake da ku berhemên xwe bişînin derveyî welat û got, "Bi rastî cotkar zirareke mezin dikin û gelek kesan xwestiye ku rezên xwe bi cih bihêlin."
Welatiyên Serdeştê jî gilî dikin ku ji ber nebûna sîstemeke bazarê ya birêkûpêk, delal Tiriyê Reş ê Serdeştê bi bihayekî gelekî giran difiroşin, wisa ku gelek caran xelkê herêmê bi xwe jî nikare vî tiriyê navdar bikire.
Welatî Yasir Kerîmî vê rastiya tal wiha vedibêje: "Delal tên vir û bi bihayê herî erzan tirî ji cotkaran distînin, lê ji bo xelkê Serdeştê bihayê tirî gelekî bilind e. Em bi xwe jî sûdeke pir kêm jê dibînin. Tiriyê Reş ê me heye, lê gelek caran em bi xwe nikarin bixwin, çimkî biha ye."
Navûdengê Tiriyê Reş ê Serdeştê wisa belav bûye ku heta geştyar jî bi taybetî ji bo kirîna wî tên herêmê. Geştyareke bi navê Mehsa Radî dibêje: "Ez bi hevalên xwe re hatime Serdeştê da ku Tiriyê Reş bikirim. Ez naxwazim li bajarên din bikirim, çimkî ne diyar e ka kalîteya wê çawa ye. Loma ez hatime vir da ku bi xwe bikirim û ji kalîteya wê piştrast bim."
Pirsgirêka sereke ya cotkarên Serdeştê nebûna sîstemeke bazarê, sardxane û elweyê ye. Li gorî gotina xwediyên rezan, berpirs di vî warî de kêmterxem in û ew bi xwe zirara herî mezin dibînin, dema ku qezenca sereke di berîka delalan de dimîne.