Konsulê Çîkê spasiya alîkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Çîkê kir, herwesa ji ber bidawîhatina erkê wî û ji bo xebata wî ya ji bo xurtkirina têkiliyên dualî jî spasiya wî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Çîkê Karel Kortanek kir, ji ber bidawîhatina erkê wî li Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo xebata wî ya ji bo xurtkirina têkiliyên dualî spasiya wî kir û ji bo erkê wî yê bê jî serkeftin jê re xwest.
Konsulê Giştî yê Çîkê jî rêz û hurmetên xwe ji bo alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi konsulxaneya welatê wî re anîn ziman.
