Elî Husên: Alî ji bo pirsên girîng şêwirê bi Serok Barzanî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê ragihand, Kurd pêkhateyeke girîng a navçeyê ye û li Iraqê xwedî pêgeheke bihêz e.
Berpirsê Liqê PDKê yê Silêmaniyê Elî Husên îro 8ê Cotmehê di konferanseke çapemeniyê de, tekezî li ser pêgeha bihêz a Kurd li ser asta Iraq û navçeyê kir û rola Serok Mesûd Barzanî bilind nirxand. Herwiha bal kişand ser bûyera gulebarankirina baregeha partiya xwe ya li Erbetê û dirandina posterên berbijêrên wan.
Elî Husên got: "Kurd pêkhateyeke girîng a navçeyê ye û xwedî pêgeheke bihêz e li Iraqê. Serok Barzanî, ne tenê weke serokê partiyê, lê weke semboleke neteweyî ya Kurd ku hemû alî rêz jê re digirin, pêşwaziyê li aliyên Iraqî dike."
Wî da zanîn, aliyên Iraqî beriya hilbijartinan serdana Kurdistanê dikin û derbarê rewşa Iraqê, navçeyê û mekanîzmaya hilbijartinan de şêwir û gotûbêjan bi Serok Barzanî re dikin. Herwiha Husên got: "Ev şêwir hem ji bo niha û hem jî ji bo qonaxa piştî hilbijartinan in û karekî erênî ye. Ez pêşbînî dikim ku di rojên pêş de ev serdan zêdetir bibin."
Derbarê gulebarankirina baregeha PDKê ya li bajarokê Erbetê, Elî Husên got: "Otomobîlekê teqe kiriye û xweşbextane ti ziyaneke canî çênebûye, tenê çend gule li dîwarê baregehê ketine." Herwiha destnîşan kir, dezgehên ewlehiyê demildest gihiştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine, lewma ew li benda encamên lêkolînan in.
Têkildarî dirandina posterên berbijêrên PDKê li devera Raperînê, Elî Husên got: "Bûyerên wiha di dema bangeşeya hilbijartinê de çêdibin, lê em hêvîdar in ku dubare nebin." Herwiha daxwaz ji welatiyan kir ku rêzê li hev û li dirûşmên berbijêran bigirin.