Nêçîrvan Barzanî: Yekgirtina Kurdan li Bexdayê çavkaniya hêzê ye ji bo Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, destûra Iraqê bi navê federal e, lê di rastiyê de ji bilî federalîzmê her tişt e. Herwiha tekez kir, tiştê Iraq li hember Herêma Kurdistanê dike "navendparêziyeke gelekî bihêz e."
Ev daxuyanî îro Çarşemê, 8ê Cotmeha 2025an, di paneleke taybet a Dîdara MERI de, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatin dayîn.
"Destûr hatiye binpêkirin û Iraq ne federal e"
Nêçîrvan Barzanî got, serkirdayetiya Kurd di avakirina Iraqeke nû de ti kêmasî nekiriye û destnîşan kir: "Destûra Iraqê destkefteke mezin bû ku nabe em kêm binirxînin, lê gelo destûr weke xwe hatiye cîbicîkirin? Bêguman na."
Serokê Herêmê diyar kir, ji bo dîtina Iraqeke xweşguzar ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve, şertê yekem pabendbûna bi destûrê ye. Herwiha got: "Pirsgirêka herî mezin a welat ew e ku heta niha nayê zanîn sîstema welat federal e yan navendî ye. Iraq di naveroka xwe de ji bilî federalîzmê her tişt e."
Di heman demê de, Nêçîrvan Barzanî tekez kir: "Ez bi xwebawerî dibêjim ku kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê Bexda ye, lewma divê em bi wan re bigihîjin encamekê."
"Yekgirtina Kurdan li Bexdayê çavkaniya hêzê ye"
Derbarê hilbijartinên Parlemana Iraqê de, Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku hilbijartina vê carê gelekî girîng e û destpêka qonaxeke nû ye, lewma divê hemû Iraqî bi hestiyarî nêzîk bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê got: "Divê em weke Kurd beşdarî wan hilbijartinan bibin û xwe îsbat bikin, ji ber ku yekgirtina Kurdan li Bexdayê çavkaniya hêzê ye ji bo Herêma Kurdistanê."
Pêkanîna kabîneya nû û pirsa mûçeyan
Li ser hilbijartinên Parlemantoyaa Kurdistanê û pêkanîna Kabîneya Dehem a hikûmetê, Nêçîrvan Barzanî da zanîn, hilbijartineke gelekî serkeftî li Herêmê birêve çûye. Herwiha got: "Rast e pêvajoya pêkanîna kabîneya nû demeke dirêj kişand, lê ya girîng ew e ku niha peywendiyeke gelekî baş di navbera PDK û YNKê de heye."
Herwiha eşkere kir jî, wan qonaxên girîng bi YNKê re derbas kirine û li ser nêrîna siyasî ya ji bo paşerojê û çawaniya reftarkirina bi Bexdayê re "belgeyeke hevbeş" amade kirine û tenê lihevkirina li ser postan maye. Lêbelê, wî got ku ew ne di wê baweriyê de ye ku kabîneya dehem berî hilbijartinên Parlemana Iraqê were pêkanîn.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa pirsgirêka mûçeyan kir jî û got: "Piştî hilbijartinên Parlemana Iraqê, divê hem destûr weke xwe were cîbicîkirin, hem jî divê pirsgirêka mûçeyan bi dawî bibe."
Metirsî li ser Paşeroja Iraqê: Hêzên Derveyî Yaseyê Bela Mezin in
Derbarê metirsiyên li ser paşeroja Iraqê de, Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku "tiştê ku metirsî ye li ser welêt, ew hêzên derveyî yaseyê ne, ew bela mezin in ji bo paşeroja Iraqê."
Sektora Taybet li Herêma Kurdistanê: Motora Pêşketinê
Nêçîrvan Barzanî, derbarê sektora taybet li Herêma Kurdistanê de, dibêje: "Motora pêşketina her welatekî sektora taybet a wî welatî ye. Niha sektora taybet li Herêma Kurdistanê pêşketinên mezin bi dest xistiye, heta em gihîştine astekê ku Hikûmeta Herêmê li ser vê yekê difikire ku bi qanûnê bike ku karmendên sektora taybet xaneşîn bibin."
Êrîşên Drone li Ser Herêma Kurdistanê: Bexda Berpirsyar e û Gef li Serweriyê
Derbarê êrîşên dronî li ser zeviyên neftê yên Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî ragihand: "Bexda ji me pir çêtir dizane ku ew dron ji ku hatine avêtin. Ev ne tenê gefek e li ser Herêma Kurdistanê, lê ev bêqîmetkirina hemû saziyên Iraqê ye, û dijî serweriya welêt e."
Herwiha got: "Pirsgirêka mezin ew e ku ew hêza çekdar a ku drone li dijî Herêma Kurdistanê bi kar tîne, mûçeyê xwe ji Hikûmeta Iraqê werdigire. Ev pir metirsîdar e. Êrîşên drone yên li ser Herêma Kurdistanê divê bên rawestandin, wekî din Herêm jî dê bertek nîşan bide."
Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Îranê
Derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê û Îranê de, Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku "Îran cîranekî me yê girîng e, sînorekî me yê dirêj bi hev re heye, û qet naxwazin têkiliyên me bi Îranê re xirab bibin. Em nabin çavkaniya gefan ji bo wî welatî, em dixwazin bibin faktora ewlehiyê li Herêmê, ne faktora xirabkeriyê."
Herwiha got: "Sala borî bi serdanekê çûm Îranê, ez wisa difikirim ku piştî vê serdanê rûpelek nû di têkiliyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê de hatiye vekirin. Em dixwazin bêtir têkiliyên xwe bi Îranê re pêş bixin, welêt di rojên dijwar de alîkariya me kiriye û em spasiya wan dikin."
Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê
Derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, Nêçîrvan Barzanî dibêje: "Têkiliyên me yên pir dostane bi Tirkiyeyê re hene, hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê siyasî ve, û em ê van têkiliyên bidomînin."
Serokê Herêma Kurdistanê li ser proseya aştiyê ya Tirkiyeyê axivî û eşkere kir ku "tiştê ku ez dibînim, Tirkiye di warê proseya aştiyê de pir cidî ye, biryareke cidî heye ji bo ku prose bigihîje encamekê. Ev derfeteke dîrokî ye ku divê neyê windakirin."