Mesrûr Barzanî pêşwaziya agirbesta Xezzeyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya agirbesta Xezzeyê kir û wekî pêngaveke girîng binav kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê ragihandiye: “Em pêşwaziya agirbesta Xezzeyê dikin, ji bo nehêlana aloziyên deverê pêngaveke girîng e.”

Mesrûr Barzanî amaje jî daye: “Em hêvî dikin ku ev peyman rê li ber tenahiyeke demdirêj li Rojhilata Navîn veke.”

Pêştir Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di postekî de li ser platforma "Truth Social"ê nivîsîbû: "Ez pir bi serbilindî radigihînim ku, Îsraîl û Hemas herdu li ser qonaxa yekê ya plana me ya aştiyê razî bûne.”

Serokê Amerîkayê amaje jî dabû: "Ev tê wê wateyê ku hemî rehîne dê di zûtirîn dem de bên berdan."

Trump ron jî kir: “Wekî pêngava yekê, Îsraîl hêzên xwe ji bo xêzeke diyarkirî vedikişîne.” Herwesa got: "Ev ji bo cîhana Erebî û Misilmanan, Îsraîl û Amerîkayê rojeke mezin e. Em spasiya navbeynkariya Qeter, Misir û Tirkiyeyê dikin.”

 
Fly Erbil Advertisment