Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina peyama aştî û pêkvejiyanê berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) Dêra Ûm Nûrê li bajarkê Enkaweyê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Dêra Ûm Nûrê li Enkaweyê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: "Ez pir kêfxweş im ku îro tevlî vekirina vê dêrê bûme, ku ji hêla Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye çêkirin.”

Mesrûr Barzanî herwesa got: “Ev dêr bi navê Ûm Nûrê hatiye binavkirin, yanî dayika ronahiyê ku yek ji navên Hezreta Meryema Pakîze ye. Hezreta Meryem ne tenê di ola Xiristiyaniyê de, lê di Îslamê de jî xwedî cihekê pir taybet e, ku di bi dehan ayetên Qurana Pîroz de navê bi rêzdarî hatiye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Di civaka Kurdî de jî gelek jin hene ku navê wê li ser wan hatiye danîn. Ez hêvî dikim ku ev dêr bibe cihekê girîng ê îbadetê Xiristiyanan li Enkaweyê û bibe navendeka zêdetir pêşxistina biratî û dostaniya di navbera olan de û pêşxistina çandî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: “Di van salên dawiyê de, bi taybetî piştî êrîşên terorîstên DAIŞê li Herêma Kurdistanê, Mûsil û Deşta Neynawayê, bi hezaran xûşk û birayên Xiristiyan neçar man ku mal û halên xwe bihêlin û penaya xwe bînin ber Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li Enkaweyê xwecih bibin û bi aştî û tenahî bijîn.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Ev dêr diyariyeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo xûşk û birayên ku, wekî min bihîst, gelek ji wan awareyên Deşta Neynawayê ne, ku ji ber nemana tenahiyê li wê deverê li vê derê mane û dê feydeyî ji vê dêrê bibînin û dê îbadetê tê ve bikin.”

Mesrûr Barzanî tekez jî kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bizavên xwe bidomîne, da ku vê rewşa sepandî li Deşta Neynawayê bi dawî bike û jîngeheke tena û rehet biafirîne da ku xûşk û birayên me bikarin bi serbilindî û bi heza xwe vegerin mal û dêrên xwe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: “Berî çend rojan me li nêzîkî perestgeha Lalşê projeyeka rêyan vekir, ku ji bo xûşk û birayên Êzidî hêsankariyeke mezin bû. Her îro jî em dê kevirê bingehîn ê Enstîtuya Olî ya Ezherê deynin û em dê tevlî ahenga derçûnê ya pêşnivêj û gotarxwînan li Hewlêrê jî bin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir: “Ev hemî delîlê pirrengiya civaka Kurdistanê û girîngîdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê be hemî olan û xurtkirina pêkvejiyana aştiyane û azadiya olî li Herêma Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo biserxistina peyama aştiyê û pêkvejiyanê li seranserê Rojhilata Navîn berdewam be.”

Dêra Ûm Nûrê li ser rûberê şeş hezar metran û bi çar milyar û 290 milyon dînaran li Enkaweyê hatiye çêkirin û cihê hezar kesan tê ve dike.

Bajarkê Enkaweyê yekane bajarkê Herêma Kurdistanê ye ku tu komelgeh û gundên wê tune ne û li navenda bajarê Hewlêrê ye.

Enkawe bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 2014ê bûye bajark. Piraniya şêniyên wî bajarkî Kildanî û Asûrî ne, ku piraniya wan girêdayî Dêra Katolîk a Kildanî ne.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment