Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê Peymangeha Ezherê li Hewlêrê dana

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) kevirê bingehîn ê Peymangeha Ezherê li Hewlêrê dana.
Peymangeha Ezherê li sala 2008ê li Hewlêrê hatiye vekirin û perwerdehiya navîn û amadeyî tê de hene û niha 308 xwendekar lê dixwînin. Ew xwendekar ji bo temamkirina xwandina xwe ya bekaliryos, master û doktorayê li Zanîngeha Ezherê ya welatê Misirê temam dikin.
Li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê, tenê ev peymangeh hatiye vekirin, ku li piraniya welatan Peymangeha Ezherê heye.
Li ser mijara Peymangeha Pêşnivêj û Gotarxwînan jî, ev sala duyê ya derçûna wan e, ku li sala 2022ê hatiye damezrandin. Xwandin li wê peyamngehê du sal in û mijarên olî, şer’î, akademîk, tolerans û mafên mirovan lê tên xwandin.
Armanca wan a sereke jî perwerdekirina gotarxwînên nerm li Herêma Kurdistanê ye.