Mesrûr Barzanî: Mamostayên olî mil bi milê Pêşmergeyan li beranberî zordaran rawestane

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) kevirê bingehîn ê Peymangeha Ezherê li Hewlêrê dana û gotarek li wê derê pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danana kevirê bingehîn ê Peymangeha Ezherê li hewlêrê de ragihand: “Ez dixwazim berê xwe bidim mamostayên olî û spasiya wan bikim ji bo bêhnfirehî û westiyana wan, ji bo wê zehmeta ku ew di rêberiya gelê me de dikin ku bi rastî di hemî şoreşên tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de şûndestê wan diyar e.”
Amaje jî da: “Me dît ku mamostayên olî li kêleka Pêşmergeyan li eniya li dijî zilm û zordaran rawestiyane û peyama nermatiyê di civaka Kurdî de belav bûye. Ji ber vê yekê, ez berê xwe didim mamostayên olî yên ciwan jî û ji wan dixwazim ku, berdewam wê peyama nermatiyê belav bikin ku divê em di civaka xwe de zêdetir bala xwe bidin wê û rêyê nedin ku peyama tundrêtiyê, tundûtûjiyê, hevnepejirandinê, dijberiyê û van tiştan li Kurdistanê bên belavkirin.”
Herwesa got: “Em bi wê yekê xweşik in ku, rûyê rastîn ê Îslamê bibînin. Divê Mamostayên olî wesa bikin ku mirov ji Îslamê hez bikin, ne ku jê bitirsin. Divê Mamostayên olî bizavên cidî bikin, ji bo wê rêz û pêkvejiyana di dema Pêxemberê Îslamê Mihemed (S.) de, ku her kesî hevdu qebûl dikir û hemî Xudêperês lê hebûn. Niha Kurdistan bi serbilindî ve bûye cihê rûniştin û pêkvejiyana hemî ol û mezheban.”
Li dawiyê jî tekez kir: “Ez hêvî dikim ku ev çand berdewam be, mamostayên olî li ser şîretkirina me berdewam bin û vê civakê ber bi Kurdistaneka aramtir, tenatir û geştir ve bibin. Hûn her bextewer bin û welatê me jî her ava be.”