PDK bi amadebûna Serok Barzanî dest bi kampanyaya hilbijartinan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) li Hewlêrê, bi amadebûna Serok Barzanî û cîgirên wî, dest mezintirîn kampanyaya xwe ya hilbijartinan dike.
Kampanya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê li Hola Seid Ebdilayê bê lidarxistin û namzed û endamên Serkirdetî û Mekteba Siyasî ya wê partiyê dê tevlî wê bibin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêştir jî li roja Şemiyê (11ê Cotmeha 2025ê) li bajarê Kerkukê bi amadebûna bi hezaran evîndar û alîgirên xwe karnavaleke girseyî ji bo piştgiriya Lîsteya 275ê li dar xist.
Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk-Germyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkukê Hîwa Ehmed Mistefa di gotarekê de li nav wê karnavalê got: “Vê karnavalê hêza sivîl û bêçek, hêzeke xweragir û pirî manevî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Kerkuk û derdora wê nîşan dide.
Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk-Germyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkukê tekez jî kir: “Ev karnaval hêza piştgiriyê ye ji bo gelê Kurdistanê û yekîtî, biratî û pêkvejiyana Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyanan.”
Biryar e ku hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê li roja 11.11.2025ê bên kirin, ku dê ji bo hemî hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê hilbijartineka biryardêr be.
Dengdêrên tevlîbûyî li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê
Hewlêr: Hejmara giştî ya kesên ku mafê dengdanê heye 1 milyon û 87 hezar û 880 kes e, ku 1 milyon û 2 hezar dengdêrên giştî û 85 hezar û 793 dengdêrên taybetî ne.
Silêmanî: Hejmara giştî ya kesên ku mafê dengdanê heye 1 milyon û 201 hezar û 846 kes e, ku 1 milyon û 119 hezar û 111 dengdêrên giştî û 82 hezar û 547 dengdêrên taybetî ne.
Dihok: Hejmara giştî ya kesên ku mafê dengdanê heye 778 hezar û 846 kes e, ku 722 hezar û 853 dengdêrên giştî û 55 hezar û 993 dengdêrên taybetî ne.