Cîgirê Serokê CHPê piştî hevdîtina bi Demîrtaş re: Divê girtiyên siyasî bên berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Namik Tan li Zîndana Edîrneyê serdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettîn Demîrtaş kir. Tan piştî hevdîtinê daxuyand û got, "Divê Demîrtaş û hemû siyasetmedarên girtî bên azadkirin."
Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Siyasetên Derve yê CHPê Namik Tan, li Zîndana Tîpa F a Edîrneyê çû serdana Selahedîn Demîrtaş.
Piştî hevdîtina ku bi qasî saetekê dom kir, Tan daxuyaniyek da û ragihand, morala Demîrtaş weke her carê baş bûye û wan derbarê geşedanên dawî yên siyasî de nêrînên xwe parve kirine.
Tan diyar kir, Demîrtaş girtiyekî siyasî ye û wiha got: "Em ê weke partî heta dawiyê dozên siyasî bişopînin û em ê Komara Tirkiyeyê bigihînin demokrasî, dadperwerî û azadiya hizr û ramanê."
Ev serdan di demekê de tê ku di navbera CHP û DEM Partiyê de li ser mijara Demîrtaş nîqaş hene. Aliyekî CHPê rexne li DEM Partiyê digire ku bi qasî daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxwaza azadiya Demîrtaş nake.
Li hember vê yekê, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniyeke xwe ya berê de CHP weke berpirsiyarê girtina Demîrtaş nîşan dabû û gotibû: "Demîrtaş ji ber helwesta CHPê ya li ser rakirina parêzbendiyan di zîndanê de ye." Bakirhan bang li CHPê kiribû ku li ser vê mijarê lêborîna xwe bixwaze.