Bahçelî: Ji bilî daxuyaniya Ocalan a 27'ê Sibatê, em tiştekî din qebûl nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî, derbarê "proseya aştiyê" de rexne li DEM Partiyê girt û "xeta sor" a partiya xwe eşkere kir û got, "Ji bo me tenê daxuyaniya Îmraliyê ya 27'ê Sibatê bingehîn e."

yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Dewlet Bahçelî îro 14ê Cotmehê di civîna fraksiyona partiya xwe ya li parlamentoyê de, li ser rojeva siyasî û proseya aştiyê axivî.

Bahçelî diyar kir, armanca wan ew e ku bi rêya danûstandin û şêwirê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin û proseya aştiyê jî bi vê mebestê hatiye destpêkirin.

Lêbelê, Bahçelî rexneyên tund li helwest û gotarên berpirsên DEM Partiyê girt û îdia kir ku ew bi zimanekî berpirsiyar tevnagerin. Wî amaje bi diruşmên ku li parlamentoyê tên avêtin kir û ev yek weke "zêdegavî" bi nav kir.

"Daxuyaniya 27'ê Sibatê Bingehîn e"

Bahçelî diyar kir ku ew ji bilî daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, ti daxuyanî û nêrîneke din qebûl nakin û ew ji bo wan bêwate ne.

Bahçelî wiha axivî: “Komîsyona Proseya Aştiyê digihîje dawiya karên xwe. Helbet tundiya çil û yek salan di rojekê de bi dawî nabe. Lê divê hemû kes û bi taybet aliyê danûstandkar zimanekî berpirsiyar bi kar bînin. Li bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê cih û pêwîstiya diruşmên zêdegavî nîne. Ji bilî daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê, her gotinek, nêrînek, pêşniyaz û nirxandinek li ba me bêwate ye. Ji bo me Daxuyaniya serokê damezrîner ya 27’ê Sibatê bingehîn e û ewên ku di vê arasteyê de berdewam dibin bi aqil tevdigerin.”

 
Fly Erbil Advertisment