Bihayê zêr rekor şikand û tê pêşbînîkirin hîn jî zêdetir bibe
Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê zêdebûna bihayê zêr bûye yek ji mijarên sereke ku ji serê salê ve bihayê zêr %88 zêde bûye. Xiramek zêr 5700 lîre ye. Li Bakurê Kurdistanê jî bihabûna zêr bandorê li welatiyan û zêringeran dike ku Jura Zêringerên Diyarbekir pêşbînî dike ku eger wisa bidome dê heta dawiya salê bihayê xiramek zêr ji 6500 lîreyî derbes bike.
Bihabûna zêr li Tirkiyeyê bi awayeke lez berdewam e ku mehek berê xiramek zêr 4821 lîre bû û niha bihayê xiramek zêr ji 5700 lîreyî derbas kiriye ku nava meh û nîvekê de bihayê zêr %25 zêde bûye û ji serê salê ve jî ev zêdebûn gihiştiye %88ê. Derbarê vê zêdebûnê de jura zêringerên Diyarbekir amaje dike ku bazara navnetewey û liv û tevgerên Emerîkayê bandorê li bihayê zêr dikin û zêdebûna niha jî bi vê yekê ve girêdayîye. Pispor dibêjin ji ber ku bazarê de seqamgirî tune ye tê pêşbînîkirin u heta dawiya salê jî bihabûn berdewam be.
Serokê Jura Zêrıngerên Diyarbekirê Mehmet Yuksel ji K24ê re got: “Me texmîna vê zêdebûnê kiribû, wisa bidome dê heta dawiya salê ji 6500î jî zêdetir bibe. Bazara cîhanê ya navneteweyî wisa bandorê li ser bihayê zer dike. Li Diyarbekirê jî dibe pirsgirêk, kesên dixwazin zarokên xwe bizewicînin dixwazin zêr bistînin lê ji ber bihabûnê nikarin.”
Bihayê lib lîleyek zêr ji 37 hezarî derbas kiriye ku di sala 2015an de liblîleyek zêr 670 lîre bû di sala 2020an de jî liblîleyek zêr 2570 lîre bû. Zêringer jî amaje dikin ku zêr bi awayeke berdewam û bilez bihabûna xwe didomîne ku ev yek bandorek neyînî li karê zêringeran jî dike.
Zêrınger Menaf Ekîcî dibêje: “Welatî êdî tên daxwaza xiramek zêr dikin, nîv xiram dixwazin, çaryekek ber bi 10 hezarî ve diçe, gustîlkek bûye 30 hezar lîre, bazinek bûye 150 hezar lîre. Karê me jî bi neyînî bandorê ji vê rewşê dibîne.”
Pispor didin zanîn ku zêdebûna baca bazirganiya navneteweyî, kurbûna qeyrana aboriya gerdûnî û zêdebûna îxtîmala şerên niha rû didin dibin sedem ku zêr bûhe bibe û pêşbînî ew e ku heta dawiya îsal jî bidome.