Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê deriyên xwe vekirin

Diyarbekir (K24) – Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê ya 9emîn, bi beşdariya 200 weşanxaneyan, deriyên xwe ji pirtûkhezan re vekir. Di pêşangehê de ku 31 weşanxaneyên Kurdî jî bi berhemên xwe cih digirin, nivîskar û weşangeran bal kişandin ser kêmbûna xwendina bi Kurdî û tekez kirin ku çareseriya bingehîn a vê pirsgirêkê, fermîbûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye.
Pêşangeh îsal li Navenda Kongre û Pêşangehan a Mezopotamyayê tê lidarxistin û weşanxane û nivîskar hêvî dikin ku eleqeya ji bo pirtûkan ji sala borî, ku 215 hezar kesî serdan kiribû, zêdetir be.
Tevî ku pêşangeh wek derfeteke girîng tê dîtin, weşangerên Kurd amaje pê dikin ku li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka kêmxwendina bi Kurdî didome.
Weşanger Yusif Bextewar ji K24ê re got: "Yên Kurdî diaxivin hene lê yên Kurdî dixwînin kêm in. Pêşangehên bi vî rengî xizmeta pêşxistina xwendina bi Kurdî dikin."
Herwiha weşangeran diyar kirin ku ev cure çalakî ji bo pêşîlêgirtina bişavtinê derfetên girîng pêşkêş dikin.
Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê dê heta 26ê Cotmehê vekirî be, di çarçoveya pêşangehê de, ji bilî danasîna pirtûkan, dê li ser mijarên cuda yên dîrokî, civakî û siyasî panel û konferans jî werin lidarxistin.