Parêzgarê Besrayê: Bexdayê yek dînar ji budceyê îsal bo Besrayê xerc nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Besrayê rexne li hikûmeta federal girt û bi wê yekê tometbar kir ku li asta berpirsyariya xerckirina budceya sê salan nebûye û heta dînarek jî ji para parêzgeha wan ji budceya îsal xerc nekiriye.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Mesrûr Barzanî di çarçoveya kampanyaya hilbijartinan de piştrast kir: “Zêdebarî wê yekê ku Hikûmeta Iraqê budce û mafên Herêma Kurdistanê neşandine, herwesa nekariye bi wî pereyê zêde yê ku li ber destên wê ye xizmeta bajarên xwe jî bike û tiştê ku tê dîtin Iraqeka kavil e.”

Besra, ku bi salan e daxwaz dike ku bibe herêmeka serbixwe li Iraqê, xwe di warê xizmetkariyan de wekî yek ji parêzgehên herî zêde zirardîtî dibîne, ev jî di demekê de ku ew xwediya petrola herî zêde û gelek derî û benderên mezin e û rêyeka bazirganiyê ya mezin bi cîhana derve re ye.

Xelk û dezgehên Besrayê berdewam rexneyê li hikûmeta federal digirin, lê hikûmet ji van rexneyan re bêxem e û bi rengekê cidî bersivê nade wan; Ev yek jî bûye sedem ku xelk û dezgehên xwecihî yên wê parêzgehê bi hikûmeta federal re bikevin rikê û li ser bidestxistina mafên xwe û bicihanîna daxwazên xwe hîn cidîtir û pabendtir bibin.

Encûmena parêzgeha Besrayê di vê çarçoveyê de duhî (22ê Cotmeha 2025ê) bi amadebpna Parêzgarê Besrayê Eshed Îdanî civîneka neasayî kir û tê de tevlîbûna hikûmeta xwecihî di birêvebirina û çavdêrîkirina deriyên sînorî de pejirand, herwesa hikûmeta federal pabend kir ku madeya 21/Du/13ê ya Qanûna Budceya Sêsalî bi cih bîne. Encûmena navbirî herwesa daxwaz kiriye ku ger Wezareta Darayî red bike ku dahata wê parêzgehê bide, ew dê serî li Dadgeha Federal bide.

Eshed Îdanî piştre di konfranseke rojnamevanî de tekez kir: “Hikûmeta federal li beranberî Besrayê xemsar bûye û budceya sêsalî ya 2023ê ya girêdayî mafên Besrayê wekî ku heye bi cih neaniye, bi awayekî ku tenê 47% ya budceya sala 2023ê ya vê parêzgehên hatiye xerckirina, di sala 2024ê de ew rêje daketiye 37% û di sala 2025ê de jî tu budceyeka girêdayî mafên vê parêgehê nehatiye xwerckirin.”

Îdanî di pareka din a wê konfransa rojnamevanî de bang li hikûmeta federal kir ku, destûrê wekî ku heye bi cih bîne û binpê neke. Tekez jî kir ku, hikûmeta xwecihî ya Besrayê li ser hin pêngavên din difikire ku dibe piştî hilbijartinan bên avêtin, da ku rewş wesa neyê şîrovekirin ku rehendên hilbijartinan hebin.

Parêzgarê Besrayê ron jî kir ku, hemî fraksiyonên di encûmena wê parêzgehê de, tevî nakokiyên siyasî, li ser pêdivîtiya vegerandina mafên darayî yên Besrayê li hev kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment