Bi hişkbûna Gola Urmiyê re, jiyana welatiyan ketiye metirsiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Her çend Gola Urmiyê bi tevahî hişk bûye jî, projeyên ji bo anîna ava bendavên Sêlwê, Celdiyan û Kanî Sêwê ji bo zindîkirina golê hîn neketine warê cîbicîkirinê."
Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di civîneke xwe de li gel nûnerên Urmiyê, rexne li plana hikûmeta xwe ya ji bo vejandina Gola Urmiyê girt, ku niha bi temamî hişk bûye.
Pizişkiyan got: "Rastî ev e ku rêjeya baranbarînê kêm bûye. Ez bi xwe li wê herêmê mezin bûme; tenê li parêzgeha Urmiyê sê çem hene ku berê her tim av tê de hebû. Niha keşûhewa guheriye û ji ber hişkesaliyê av di çeman de nemaye."
Pizişkiyan herwiha da zanîn, deverên wekî Bokan, Miyandiwaw û derdora Seqizê jî rastî kêmaviyê hatine û di Bendava Bokanê de tenê ava ji bo bikaranîna rojane maye.
Di heman civînê de, parlamenterê bajarê Urmiyê yê bi zimanê Azerî, Selman Zakir, hişyarî da û got ku ava ku ji bo vejandina golê ji çemên Cexetû û Tetehû hatiye terxankirin, nagihîje golê û salane zêdetirî 300 milyon metre sêcar av ji van herdu çeman ji bo parêzgehên din ên Îranê tê veguhestin.
Zakir ji Serokomarê Îranê re got: "Projeya veguhestina avê ji bîr nekin. Xelkê me nîgeran e ku di dema serokatiya we de vejandina Gola Urmiyê ji bîr bibe. Para avê ya Gola Urmiyê %51 ji çemên Cexetû û Tetehû tê dabînkirin, lê nagihîje Urmiyê û ji bo parêzgehên din ên Îranê tê şandin."
Ev di demekê de ye ku tevî hişkesaliya tam a Gola Urmiyê jî, projeyên veguhestina avê yên ji bendavên Sêlwê, Celdiyan û Kanî Sêwê hîn nehatine cîbicîkirin. Niha ji ber bahozên xwê, jiyana zêdetirî 15 milyon kesan ketiye metirsiyê û ziyaneke mezin digihîje sektora çandiniyê ya herêmê.
