Fîlmek li ser Êzîdiyên rizgarbûyîyên destê DAIŞê li Amerîkayê tê nîşandan
Navenda Nûçeyan (K24) - Belgefîlma Jiyan Piştî Azadiyê, ku çîroka jiyana Êzdiyên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne vedigêre, dê di 30ê Cotmeha 2025ê de li Festîvala Fîlman a Amerîkayî-Misirî (EAFF) (ya sînema û hunerê) li bajarê New Yorkê bê pêşkêşkirin.
Derhênerê belgefîlma Jiyan Piştî Azadiyê Şemal Hisên ji Kurdistan24ê re got: "Ev fîlm 21 deqîqe ye û dê di Festîvala Fîlman a Amerîkayî-Misirî de, ku bi tevlîbûna gelek welatên cîhanê tê lidarxistin, ji bo xelatê pêşbaziyê bike.”
Şemal Hisên amaje jî da: “Belgefîlma Jiyan Piştî Azadiyê çîroka wan jin û mêrên Êzidî vedigêre, ku piştî rizgarbûna ji destê DAIŞê dîsa dest bi jiyanê dikin û dizewicin.”
Navbirî herwesa got: “Ev belgefîlm çîroka wan Êzdiyan vedigêre yên ku hîn jî ji ber bandora zilim û zora DAIŞê dinalin.”
Festîvala Fîlman a Amerîkayî-Misirî (EAFF) (ya sînema û hunerê) çalakiyeka salane ye û li bajarê New Yorkê tê lidarxistin.
Gera yekê ya wê festîvalê di Mijdara 2021ê de li Koleja San Francisê ji bo dema sê rojan hat lidarxistin. 11 welatên cîhanê bi gelek fîlmên cuda cuda, ku fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm jî di nav de hebûn, tevlî wê bûn û di sê rojên festîvalê de 40 fîlm hatin nîşandan.
