Mesrûr Barzanî: PDK vê carê jî dê serkeftineka mezin tomar bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî tekez li ser girîngiya pêvajoya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û serkeftina lîsta 275ê ya PDKê kir û got: "Divê PDK li Bexdayê bihêz be, da ku mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê parastî bin û qewareya Herêma Kurdistanê jî bihêz be."
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) li Dihokê bi Nivîsîngeha Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li destpêka wê civînê bi xêrhatina kesên amadebûyî kir û tekez li ser girîngiya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û serkeftina lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.
Mesrûr Barzanî tekez jî kir: “Divê PDK li Bexdayê bihêz be, da ku mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê parastî bin û qewareya Herêma Kurdistanê jî bihêz be.”
Cîgirê Serokê PDKê amaje jî da: “PDK ne tenê berevaniyê ji mafên gelê Kurdistanê dike, belkî îsrarê li ser pergala federaliyê, ezmûna demokrasiyê û mafên hemî pêkhateyên Iraqê jî dike.”
Mesrûr Barzanî di pareka din a gotinên xwe de got: “Bi îzna Xudê, gelê Kurdistanê û cemawerî PDKê, em gelek bihêvî ne ku PDK dê vê carê jî serkeftineka mezin tomar bike.”
