Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî serdana Kelha Nizarkê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Mesrûr ​​Barzanî serdana Kelha Nizarkê kir, ku yek ji nîşanên zilma li ser gelê Kurdistanê ye û di dema rejîma berê ya Iraqê de hejmareka zêde ya welatiyan bi awayekî nemirovane tê de hatine azardan û şehîdkirin û Enfalkirin.

Baregayê Barzanî ragihandinek weşand û tê de amaje da: “Serok Barzanî îro (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) danê êvarê li bajarê Dihokê serdana Kelha Nizarkê kir.”

Di wê ragihandinê de hatiye: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr ​​Barzanî û hejmareka berpirsên PDKê û hikûmetê ligel Serok Barzanî serdana Kelha Nizarkê kir, ku yek ji nîşanên zilma li ser gelê Kurdistanê ye. Li wê derê, di dema rejîma berê ya Iraqê de, hejmareka zêde ya welatiyên me bi awayekê nemirovane hatine azardan, şehîdkirin û Enfalkirin.”

Baregayê Barzanî herwesa got: “Biryar e ev cih bibe muzexaneyeka neteweyî, da ku bîranîna şehîd û Enfalkiriyan zindî bimîne.”

Baregayê Barzanî amaje jî da: “Di wê serdanê de, Serok Barzanî li ser pêvajoya nûjenkirin û pêngavên hebûna Kelha Nizarkê wekî muzexaneyeka dîrokî û neteweyî ya Enfalê hat haydarkirin.”

Serok Barzanî herwesa ji bo canê şehîdên ku di qonaxa heştê ya Enfalê de ji aliyê rejîma Beisê ve li wê derê hatine şehîdkirin Fatîheyek xwend.

 

 
Fly Erbil Advertisment