Îran pêşniyara "diravekî hevbeş ê navçeyê" dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, pêşniyara avakirina "pereyekî hevbeş ê herêmî" kir, bi armanca bihêzkirina bazirganiyê û rûbirûbûna wan ambargoyên navneteweyî yên ku aboriya welatê wî seqet kirine. Ev pêngav weke hewldaneke nû ya Tehranê ji bo derbaskirina dorpêça aborî tê dîtin.
Pizîşkiyan di hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Navxwe yê Tacîkistanê li Tehranê de ragihand: "Ji bo geşepêdana aborî, dikare pereyekî hevbeş li herêmê were avakirin." Herwiha destnîşan kir ku têkiliyên olî û çandî yên di navbera welatên herêmê de dikarin zemîneke guncaw ji bo bihêzkirina têkiliyan ava bikin.
Ev pêşniyara Pizîşkiyan di demekê de tê, Îran ji ber bernameya xwe ya atomî di bin ambargoyên giran ên navneteweyî, bi taybetî yên Amerîkayê de ye. Van sizayan bandoreke rasterast li ser nirxê Riyalê Îranî kiriye û bûye sedema enflasyoneke bilind.
Tê çaverêkirin ku ev pêşniyar di çarçoveya Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) de were gotûbêjkirin. ECO di sala 1985an de bi destpêşxeriya Îran, Pakistan û Tirkiyeyê hate damezrandin û niha 10 welatên endam, di nav de 5 welatên Asyaya Navîn, tê de hene ku nifûsa wan ji 550 milyon kesî zêdetir e.
Îran Diravê Xwe Diguherîne: Çar Sifir tên Rakirin
Di heman çarçoveyê de û ji bo bihêzkirina diravê navxweyî, roja Yekşemê, 5ê Cotmeha 2025an, Parlamentoya Îranê deng li ser projeyasayekê da ji bo rakirina çar sifiran ji diravê xwe.
Li gorî yasaya nû, diravê fermî yê welat li şûna Riyalê dibe Tumen û her Tumenek dê bi 10 hezar Riyalên niha re wekhev be.
Hikûmeta Îranê bawer dike ku ev pêngav dê hevsengiyekê ji bo danûstandinên bazirganî vegerîne û baweriya bi diravê navxweyî zêdetir bike. Di dengdanê de, ji 262 parlamenterên amade, 144 kesan dengê "erê" dabûn projeyasayê.
