Li Enqerê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Cizîriyan hat avakirin

Enqere (K24) – Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Cizîriyan li Enqerê bi tevlîbûneke mezin ya parlamenter, kesayetên navdar yên Kurd hate avakirin. Di merasîma bi boneya vekirina Komeleyê de ji bilî Tirkiye mêvanên ji aliyê weke Başûrê Kurdistanê, Almanya jî tê de cîh girtin. Di merasîmê de hat ragihandin ku armanca komeleyê ew ku din av hemû Cizîrî û Kurdan de yekîtiyekê ava bikin û bo pêşxistina herêmê kar bikin.

Li Enqerê Weqfa Piştevanî û Perwerdeyê ya Mêrdîniyan (MAREV) mazuvaniya merasîma avakirina Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Cizîriyan kir ku di merasîmê de hat ragihandin: “Her ku mijar dibe Cizîr, her Cizîriyek xwediyê wê mîrateya Hz. Nuh û Mem û Zîn e ku divê her yek ji me xwedî li wê dîroka xwe ya bêhampa derkeve.

Armanca komeleyê parastina çand û mîrata kûr a Cizîrê ye ku dixwaze li dû şopan şair, nivîskar, dengbêj û kesayetên navdar yên Kurd yekîtiyekê di nav Cizîrî û hemû Kurdan de ava bike.

Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Cizîriyan Diyar Ozalp ji K24ê re got: “Yekemîn armanca me naskirina Cizîra Botan e. Duyemîn kultira Cizîra Botan e. Sêyemîn jî gihandina cem hev. Înşelle em dê di vî tiştî de bi ser bikevin. Me yek tişt weke armanca xwe kiriye; Cizîr ser her tiştî re ye, Cizîr îro Melayê Cizîrî ye, Cizîr îro Bedirxan Beg e, Cizîr îro Ehmedê Xanê ye, Cizîr îro Feqiyê Teyran e, Cizîr îro Îsmaîl Ebul-îz e. Cizîr Hewlêr e jî, Cizîr Diyarbekir e, Qamişlo ye”

Di merasîma vekirina komeleyê de ligel beşdariya şarêdar û qeymaqemê Cizîrê, gelek parlamenterên Şirnexê yên heyama berê û niha jî tevlîbûn. Parlamentera DEM Partiyê a Şirnexê Newroz Uysal Alan jî gotarek pêşkêş kir û girîngiya yekîtiyê teqez kir. Seyran Papoya parlamentera Almanyayê ya Kurd ku ew jî Cizîriye derbarê vê şeve de hest û ramanên xwe parve kirin.

Parlamentera Parlamentoya Almanyayê Seyran Papo got: “Ez destpêkê xêratina Kurdistan24ê dikim û dema em tên van deran jî dibînin ku urf û adetên me dema li derveyî Cizîrê jî tên nişandan bo me hêsteke gelekî gelekî mezin e. Em dibînin ku gelek însanên me Cizîrî tevlî bûne, însanên me yên di nava siyasetê de, aboriyê de, însanên normal, yanî her kes li vê derê ne û xelkê me yê Cizîrê dema derveyî Cizîrê dikevin, 20 kîlomître jî em her tim hevdu digrin. Ji ber wê jî hêstek ji bom in gelek mezin e.”

Di merasîmê de mêvanên ji başûrê Kurdistanê cîh girtin ku ji Hewlerê ser vexwendina komeleyê tevlî vê şeve bûn.

Mêvanê ji Hewlerê Talib Şêrwanî got: “Vekirina vê komeleyê li Enqereyê gelekî giring e, dê bibe cihê her kurdekî ji her çar parçeyên Kurdistanê. Em destxweşî û pîrozbahiyê li wan dikin.”

Herwiha piştî gotarên beşdaran û xwendina hin helbest û malikên Melayê Cizîrî, şeva ku bi boneya damezrandina Komeleya Cizîriyan hatibû lidarxistin bi stran û klamên dengbêjan û bi gerandina govendan bi dawî bû.

 
Fly Erbil Advertisment