Li ser fermana Serokwezîr, sayloyeke genim a mezin li Koyê tê avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, dê sayloyeke mezin a bi şiyana embarkirina 40 hezar ton genim li qezaya Koyeyê were avakirin.
Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil îro 29ê Cotmehê ji malpera K24ê re ragihand: "Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, dê sayloyeke mezin û pêşketî li qezaya Koyeyê were avakirin."
Newzad Şêx Kamil herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku armanca avakirina sayloyê, xizmetkirina cotkarên Koyeyê û derdora wê ye û dê bibe sedema geşepêdana sektora çandiniyê li navçeyê.
Li gorî agahiyan, saylo dê li ser rûberê 25 donim erd were avakirin û şiyana wê heye ku 40 hezar ton genim embar bike.
Ev proje weke yek ji projeyên stratejîk ên Serokwezîr ji bo Koyeyê tê dîtin, ku tê payîn di pêşerojeke nêzîk de wê qezayê ber bi qonaxeke pêşketîtir ve bibe.
