Erdogan û Şanda Îmraliyê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya proseya aştiyê de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê sibe ligel parlamenterên DEM Partiyê û endamên Şanda Îmraliyê bicive. Tê çaverêkirin ku di civînê de qonaxa herî dawî ya proseya aştiyê û pêngavên yasayî yên pêwîst bên gotûbêjkirin.

Medyaya nêzîkî DEM Partiyê ragihand, parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û endamên Şanda Îmraliyê dê sibe, 30ê Cotmehê, li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicivin.

Ev civîn weke sêyemîn hevdîtina di navbera herdu aliyan de tê zanîn û weke pêşhateke nû û girîng di proseya aştiyê de tê nirxandin. Bi taybetî ku ev hevdîtin piştî pêngava dîrokî ya vekişandina hemû hêzên PKKê ji axa Tirkiyeyê pêk tê.

Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê civînê de ragihandiye ku ew ê ligel şanda DEM Partiyê pêşhatên herî dawî yên girêdayî proseyê gotûbêj bikin.

Ev civîn di demekê de tê ku bendewarî ji bo avêtina gavên berbiçav ên yasayî û siyasî ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve zêde bûne.

 
Fly Erbil Advertisment