Xwediyê Çayxaneya Şahîdan a Dihokê: Îro rojeka dîrokî bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro êvarê (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) serdana Çayxaneya Şehîdan a li navenda bajarê Dihokê kir. Xwediyê wê çayxaneyê jî got: “Îro rojeka dîrokî bû.”
Xwediyê Çayxaneya Şehîdan a Dihokê Metîn Doskî ji Malpera Kurdistan24ê re li ser serdana Serok Barzanî ya îro ji bo bajarê Dihokê got: “Îro rojeka dîrokî bû ji ber ku Serok Barzanî serdana Çayxaneya Şehîdan kir û ev çayxane wekî cihekê pîroz binav kir. Herwesa got ku, ev yek ji wan cihan e yên ku ew pir pê kêfxweş bûye.”
Metîn Doskî herwesa ragihand ku Serok Barzanî got: "Ev çayxane yekane çayxane ye ku, wêneyên hemî şehîdên Kurdistanê lê hene. Herwesa tekez jî kir ku, azadiya me berhema xwîna şehîdan e.”
Xwediyê Çayxaneya Şehîdan a Dihokê eşkere jî kir: “Serok Barzanî herwesa behsa rola hêzên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de kir û soz da ku cihê me berfireh bike.”
Serok Barzanî vê êvarê (Sêşem, 28ê Cotmeha 2025ê) serdana Çayxaneya Şehîdan a li nav sûka Dihokê kir, ku wêneyên şehîdên şerê li dijî DAIŞê û şehîdên şoreşên Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê û kelûpelên kevin ên Kurdewarî lê hatine danan.
Serok Barzanî destxweşî li xwediyê wê çayxaneyê kir, ji ber bizavên wan ên neteweyî û Kurdperwerane û dilsoziya wan ji bo xwîna şehîdan, herwesa soz da wan ku dê alîkariya wan bike da ku wê çayxaneyê wekî cihekê çandî û girîng li nav bajarê Dihokê berfireh bikin.
