Jin postên bilind û hestiyar di saziyên Hikûmeta Herêmê de werdigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di gaveke girîng de ji bo bihêzkirina rola jinan di civakê de, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê derfeteke berfirehtir ji bo jinên jêhatî û xwedî şiyan ava kiriye ku postên bilind û hestiyar di sektorên cuda de werbigirin. Mînakên berbiçav ên vê guhartinê, destbikarbûna du jinên serkirde di warên girîng ên tenduristî û hatûçûnê de ne.

Dr. Nurcîhan Elî Şe'ban, piştî 40 salan bû yekemîn jin ku posta Rêveberiya Giştî ya Nexweşxaneya Rizgarî li Hewlêrê werdigire. Dr. Nurcîhan ku ev nêzîkî 20 rojan e dest bi kar kiriye, vê pêngavê weke nîşaneya baweriya hikûmetê bi şiyanên jinan dibîne.

Di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê Dr. Nurcîhan got: "Di vê qonaxê de ku jin girîngiyê dide xwe û şiyanên xwe nîşan dide, hikûmet jî girîngiyeke zêdetir pê dide. Erkên ku bi jinê tên spartin ji ber wê yekê ne ku jin bi hûrgilî diçe nav karan û girîngiyeke tam dide wan heta ku digihîje encameke baş. Kabîneya Nehem jin di postên girîng de danîne û em hêvîdar in ku di pêşerojê de xwedî cihekî baştir jî bin."

Dîlan Ebdullah, Rêvebera Endezyariya Hatûçûnê ya Herêma Kurdistanê, mînakeke din a vê pêşketinê ye. Ew behsa ezmûna xwe ya di karekî ku bi gelemperî weke karê mêran tê dîtin dike û dibêje: "Gelek caran saet du û sêyê şevê, heta saet pêncê sibehê jî, bi tenê û bê ajokar min serdana projeyan kiriye, da ku ji kar piştrast bibim. Bêguman ev yek vedigere ser wê aramî û asayîşa ku Kabîneya Nehem ji bo me jinan ava kiriye."

Ev pêngav di demekê de tên ku li gorî amaran, 192 rêxistinên taybet bi mafên jinan li Herêma Kurdistanê hene û tenê di sektora dadweriyê de 568 jin kar dikin.

Bihêzkirina jinan weke yek ji bingehên dadweriya civakî û pêşketina niştimanî tê dîtin, û dayîna derfetê ji wan re dihêle ku roleke girîng di guhartin û pêşketinên civakê de bilîzin.

 

 

Fly Erbil Advertisment