HSDê lîsteya fermandarên xwe ji bo tevlîbûna di nava artêşa Sûriyeyê de pêşkêş kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) lîsteyek ji navên fermandarên xwe radestî Hevpeymaniya Navdewletî kir, ji bo ku tevlî nava artêşa Sûriyeyê ya nû bibin. Li gorî agahiyan, navên nêzîkî 70 fermandarên ku di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûne, di lîsteyê de hene.
Li gorî jêderên “North Press”, lîste navên fermandarên sê firqeyên leşkerî yên ku dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin, li xwe digire. Li gorî planê, yek ji van firqeyan dê li Herêma Cizîrê, ya duyem li Herêma Firatê û ya sêyem jî li Dêrezorê be.
Herwiha, lîste navên fermandarên sê lîwayên taybet ên girêdayî serokerkana artêşê jî dihewîne. Yek ji van lîwayan dê bi taybetî li ser "têkoşîna li dijî terorê" bisekine û dê li seranserê axa Sûriyeyê bi hevrêziya bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re bixebite. Li gorî heman jêderan tê payîn ku %30ê fermandarên di nava Desteya Serokerkanê de, dê ji HSDê bin.
Jêderên rojavayî rastiya radestkirina lîsteyê ji aliyê HSDê ve piştrast kir û got: "Em hêvîdar in ku tevlîbûn di demeke nêzîk de pêk were."
Ev pêngav di çarçoveya daxuyaniyên berê de tê. Di 10ê Cotmehê de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di salvegera 10emîn a damezrandina hêzên xwe de gotibû ku HSD dê bibe "beşeke bihêz a artêşa Sûriyeyê ya ku tê avakirin" û yekîneyên wan ên dijî-terorê dê xebata xwe li ser asta niştimanî bidomînin.
Piştre, di 13ê heman mehê de, şandeke leşkerî ya HSDê serdana Şamê kiribû ji bo gotûbêjkirina tevlîbûnê. Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo ragihandibû ku ew gihiştine hin "lihevkirinên devkî" lê heta niha ti peymanên îmzekirî nînin.
Di Tîrmeha borî de jî, Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack gotibû: "HSD hevpareke girîng e ji bo hikûmeta Amerîkî... û dikare tevlî artêşa Sûriyeyê bibe."
